Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, hem jî serlêdan li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê kirin.
Serlêdanên parêzeran bêbersiv têne hiştin.