Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin, serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin, serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye û hevdîtina girtiyên din ên li Îmraliyê parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin.