Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin roja Çarşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2018'an de her wiha heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û herî dawî 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Piştî hevdîtina dawî 103 caran serî li rayedaran hate dayin, lê belê heta niha bersiveke ji wan re nehatiye dayin.