Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu, ji bo karin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Axaftina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê bi rêya telefonê bû. Ev axaftin jî nîvco mabû.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rerzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.