Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdaneke din kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re, serî li Serdozgêriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha F ya Îmraliyê xist.

Parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Emran Emekçî, ji bo kirina hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgêriya Komarê û Midûriya Girtîgeha Îmraliyê xist. 

Parêzer, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah hefteyê du caran serî li saziyên têkildar dixin. Daxwaza wan tu car nayê qebûlkirin. 

Carinan bi mehan bi şûn de tê ragihandin ku hevdîtin li miwekîlan hatiye qedexekirin. 

Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 18'ê Tebaxa sala 2021'î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cezayê qedexe bûyîna hevdîtin bi malbatê re bi 3 mehan hatibû cezakirin.  

Cezayê hevdîtinê bi malbatê re 18'ê Mijdara 2021'î qediya ye lê hêj tu bersiv nedane tu serîlêdanek a hevdîtinê ya malbatê.  

Parêzeran 28'ê Adarê cardin serî li Dadgêriya Înfazê ya Bûrsayê xist û daxwaza hilanîna tengasiyên nehuqûqî yên li ber serdana malbatê hat kirin û hat xwestin ku bihêlin malbat hevdîtinê bike. 

Dadgêriyê, 29'ê Adarê serîlêdan rêd kir, ragihand ku cezayekî din ê lê hatiye birîn heye ji wê boneyê nabe hevdîtin bihê kirin. 

Naviroka biryara redê wiha bû: ‘’3'ê Sibata sala 2022'an cezayê dîsîplînê yê hiştina bêpar ji serdana malbatê ya bi 3 mehan lê hatiye birîn û ceza 21'ê Sibatê eseh bûye.’’ 

12'ê Cotmeha 2021'î, cezayê nedîtina parêzerên bi 6 meha li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn. Ev ceza 22'ê Nîsanê qediya. Lê dîsa tu bersiv nehat dayîn ji bo daxwaza hevdîtinê ya parêzeran. Cara dawîn, parêzeran 29'ê Nîsanê ji Dadgêriya Înfazê ya Bûrsayê pirsa sedema astengkirinê kir.  

Dadgêrî heman roja serlêdana parêzeran red kir û da zanîn ku 13'ê Nîsanê bi hevdîtina bi 6 parêzeran re hatiye qedexekirin. Di der barê egera qedexeyê de tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran 6ê Gulanê serî li Dadgêriya Înfazê ya Bûrsayê û îtirazê qedexeyê kir.