Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê girtî ne jî, hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an heta îro tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.