Parêzer Pîşkîn ji ber serdana Demîrtaş kir hat binçavkirin
Parêzer Levent Pîşkîn ê li girtîgehê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir hat binçavkirin.
Parêzer Levent Pîşkîn ê li girtîgehê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir hat binçavkirin.
Parêzer û Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Levent Pîşkîn ji ber li girtîgehê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir ber bi danê sibehê hat binçavkirin.
Pîşkîn ê bi fermana Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê hat binçavkirin, tê payin ku bibin Bûrsayê.
Saet nêzî 05.00’an tîmên dewleta Tirk bi ser mala Pîşkîn a li Kûrtûlûşê de girtin û piştî binçavkirinê jî dest danîn ser hin alavên wî.
Levent Pîşkîn ji ber hevdîtina bi Demîrtaş re ji hêla çapemeniya AKP’ê hatibû hedefkirin. Di nûçeyan de hatibû îdîakirin ku parêzer Pîşkîn wê Demîrtaş bibîne û peyamên wî ji bo propagandaya li Ewropa û Elmanyayê di kovarek Elman de biweşîne.
Parêzer C.K. jî bi heman tewanbariyê 7’ê Mijdarê de li Bûrsayê hatibû binçavkirin û hatibû berdan.