Parêzer: Li Duzceyê êşkence li girtiyan tê kirin

Parêzerên TOHAV û OPH’ê serdana girtiyan kir ên ku li Duzceyê êşkence li wan tê kirin. Parêzeran got êşkence bi çav tê dîtin û di mîza girtiyan de jî xwîn tê.

Hevberdevka Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûq (TOHAV) Parêzer Rengîn Ergul û Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Bariş Marhan serdana 32 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê kirin ku êşkence û mûameleya xirab li wan tê kirin. Parêzeran bi 5 girtî, dozgerê girtîgehê û Dozgerê Komarê re civiyan. Midurê Girtîgehê Kazim Kara jî daxwaza hevdîtina parêzeran red kir.

Ergul anî ziman ku êşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha Duzceyê derketiye asta herî jor û wiha got: “Di qawîşa A-12 de 21 girtyên siyasî hene. Ev demek e li ser piya jimartinê dikin. Girtî diyar dikin ku wan jimartina li ser piya qebûl nekiriye. Di 25’ê îlonê de midûr jî beşdarî jimartinê dibe û ji ber çend girtî rûniştine fermanê dide gardiyanan û îşkenceyê li girtiyan dikin. Midûr ji wan re dibêje ‘hûn li derve xwîna me dirêjin, em ê jî li vir xwîna we biherikînin. Em ê ji we hesab bixwazin. Hûnê vê dewletê nas bikin. Hûnê her tiştî qebûl bikin.’ Bi vî awayî heqaretê li girtiyan dike. Piştî qawîşê wan li korîdorê kaş dikin. Jixwe li korîdorê kamera hene. Li vir jî girtiyan kelepçe dikin û wan dibin odeyên bi singêr. Piştî ji vir wan derdixin bi lêdanek hişk li wan didin. Piştî lêdanê girtiyan dîsa dibin odeyên bi singêr. Girtiyê bi navê Aydin Akiş derdixin û dibin qawîşê û bi awayê askiyê Filîstînê ve girê didin û li qawîşê lêgerînê dikin. Eşyayên li odeyê jê dipirsin. Piştî êşkenceyê li Akiş dikin wî carek din dibin odeya singêr.”

‘HÛNÊ SERÊ XWE BITEWÎNIN’

Ergul da zanîn ku di jimartina roja duyemîn de heman êşkenceyê li girtiyan dikin û gotinên “Hûnê serê xwe ji vê dewletê re bitewînin” dibêjin û êşkence li wan dikin. Ergul anî ziman ku girtiyan gotiye ku bijîşk bi wan ve eleqedar nebûne. Ergul got di roja sêyem û çaremîn de jî êşkence li ser girtiyan dewam kiriye.

LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ

Ergul aşker kir ku bi boneya problema nasnameyê ya Aydin Işik hebûye hevdîtin nekirine û her çiqas sewqa wî ya nexweşxaneyê derketibe û Akiş ji ber tedawiya bi kelepçekirî qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê ji bo wî hatiye destpêkirin. Ergul got şopa birînan li ser 5 girtiyan bi wan re hevdîtin kirin e xûya dikirin û ev rewş li hemû girtiyan didome û lê li Duzceyê rewş derketiye asta herî jor.

'JI ÎDRARA WAN XWÎN DIHERIKE’

Ergul da zanîn ku ew û girtî jî dê giliyê van tiştên qewimîne bikin û got: “Girtî hêj birîndar in. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên maf û hiqûqê divê li girtiyan xwedî derkevin.”

Parêzer Bariş Marhan jî destnîşan kir ku piştî îşkenceya li girtiyan hatiye kirin ji îdrara girtiyan xwîn herikiye û dema îşkence li girtiyan hatiye kirin bi dest û piyê wan hemû hatine kelepçekirin.

MALBATAN GILIYÊ SÛC KIR

Xwîşka girtî Abdullatîf Teymur, Gulseren Yildirim diyar kir ku wan li dozgeriyê giliyê sûc kiriye û got: “Heke ev rewş wisa dewam bike, em ê ji bo du rojan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Em ê wek malbatan biçin Duzceyê. Em ê li wir jî li Serdozgeriyê giliyê sûc bikin. Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin.”

Li aliyê din Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) “Rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê” yên meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê bi civînek çapemeniyê li avahiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûq (TOHAV) ji raya giştî re eşkere kir. 

 

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHP’ê Ahmet Baran Çelîk raporê xwend. Çelîk anî ziman ku spartinên cezayê dîsîplînê yên di meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de tên maneya qedexeya binpêkirina îşkenceyê û di binpêkirinan de zêdebûn heye. Çelîk diyar kir ku lêgerînên pêk tên bûye meselek bingehîn a rûmet şikestinê û got: “Îbrahîm Koçer li gel ji ber emeliyatê kêlên birîna wî baş nebûye jî li girtîgehê nehat dermankirin. Her wiha ev girtî dîsa felcê lê daye û di bin şertên giran ê girtîgehê de jiyana wî di bin talûkeyê de ye.” 

Çelîk destnîşan kir ku li girtîgehên Jimara 2’an û Tîpa T a Jimara 2’an ên Tekîrdagê dema girtî diçin nexweşxaneyê û tên û diçin edliyeyan û tên rastî hemû pêkanînan tên û ji ber pêkanînên li wan girtîgehan gihîştine asta êşkenceyê ji jiyana girtiyan bi xeter ne. Çelîk bi bîr xist ku girtiya trans Buse ya li Girîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ji ber nasnameya wê ya zayendî rastî her cûre muameleya xerab hatiye.  Çelîk da zanîn ku xwendekarê zanîngeha Egeyê Nûrûllah Semo yê li Girtîgeha Boluyê 5 meh in tê tecrîdkirin û got: “Hemû nebaşiyê tînin serê Semo. Wî nabin revîran. Girtî li dijî rewşê gazinên xwe kiriye û gardiyanan lê xistine. Ev girtî bi awayek zane û taybet tê tecrîdkirin.”

Çelîk destnîşan kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 girtiyên din jî tên tecrîdkirin û wiha got: “Mafê parêzer û malbatan ê hevdîtinê bi temamî ji binî ve hatiye rakirin. Platforma me û hin rêxistinên civakî yên sivîl gellek caran eşkere kir ku ew ji rewşa li grava Îmraliyê bi xetere ne. Hemû şertên Girtîgeha Îmraliyê rewşê datîne ber çavê mirov.” 

Çelîk got Şehmûz Azûn ê li Girtîgeha Sîlîvrî Jimara 9’an bi tena serê xwe li hucreyê ye û nahêlin biçe cem girtiyên hevalê xwe û bi yek endamê DAÎŞ’ê re tê ragirtin.  Çelîk diyar kir ku li girtîgehan yek ji prisgirêkên bingehîn jî ew e ku mafê tenduristiyê qet ji bo wan nayê nasîn û got: “Hêj li girtîgehan muayenekirina kelepçekirî li girtiyan tê ferzkirin.”

Çelîk anî ziman ku girtiyê bi navê Hakan Zeydan ê berçavka wî hat şikandin bi boneya tedawiya kelepçekirî spartinê û wî jî qebûl nekiriye û girtî ji ber vê yekê bê berçavk jiyana xwe dewam dike.  Çelîk, da zanîn ku piştî Rewşa Awarte herî zêde di warê tenduristiyê de pirsgirêk hatin jiyîn û wih rêz kir: “Di nava hefteyekê de ji qawişekê tenê girtiyekê dibin revîrê. Ji ber vê yekê girtiyên di heman qawîşê de nikarin di nava wê hefteyê diçin revîrê. Nexweşekê ku êşa wan hebin neçarin bi hefteyan li benda revêrê bimînin. Dîsan cendirme, girtiyên siyasî bi girtiyên DAÎŞ’ê, tacîzkar û tecawizkar di heman ringê de dibin nexweşxaneyê. Girtiyên siyasî jî rastî tundî û heqaretên devkî û fîzî yên van girtan tên. Di dema muayenê de cendirme dernakevin derve, mahremiyeta di navbera nexweş û bijîşkan de tune tê hesibandin.”

Çelik, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gardiyan bi cîhazên qeyda dengê hevdîtinên parêzeran qeyd dikin. Rayedarên girtîgehan bi cezayên dîsîplînê, ceza di nava cezayan de li girtiyan dibirin.”

Çelîk, derbarê cezayên disîplînan de jî wiha got: “Ji ber ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklarelî hejmara li ser piyan qebûl nakin, di her hejmarê de rastî cezayên dîsîplînê yê ne derketina hevdîtinê tên. Li girtîgeha Kandirayê jî kamera bi baxçeyên qewiş û qadên hevpar ve hatine kirin û rayedarên girtîgehê girtiyan di van kameran de dişopînin. Girtiyên li ser van kameran digirin rastî cezayê disîplînê tên. Dîsan li Girtîgeha Tîpa F a Bolu yê jî, ji ber cezayê disîplînê girtî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê jî, cezayê disîplînê yên li girtiyan hatine birîn dereng tên dayîn. Ji bo ku berdana wan asteng bikin. Di Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepe de jî, ji ber stranên Kurdî cezayê disîplînê ji bo girtiyan hatiye dayîn. Di heman demê hin girtî hene di nava mehekê de sê caran hatine surginkirin û sewqî sê girtîgehên cuda kirine.”

Çelîk, destnîşan kir  ku hejmara girtiyan ên li qawîşan, kapasîteyên qawişan derbas dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li girtîgeha Sîlîvrî hejmara girtiyên li qawîşan dimînin, kapasîteyên qawîşan derbas dikin. Hejmarek pir zêde li hucre û qawîşan bi cih dikin. Qawîşên kapasiteya wan 7 bin, 28 kesan li wê qawîşê bi cih dikin. Ji ber hejmara zêde ya qawîşan, girtî zor û zehmetiyan dikişînin.”