Lîderê rûhanî yê cîhana Katolîk Papa Francîsûs, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Filîstîn bi rêya aştiyane çareser bibe ‘Divê di qada navneteweyî de li gorî sînorên tên nasîn wek du dewletan bibe’ bê çareserkirin.
Papa yê bê ku nav bide diyar kirin bal kişand ser biryara ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trûmp a Qudis weke paytexta Îsraîlê dane naskirin, hêvî ji xuda kir ku edalet û ewlehî ji bo xaka Filistînê bê. Hate nirxandin ku bi vê gotinê rexen li biryara Trûmp tê kirin.
Papa Francîsûs bal kişand ser welatên mîna Iraqî Sûriye, Ûkranya û Yemen jî di nav de ku şer lê dewam dikin, behsa kirîz û kaosên ku şer bi xwe re anî kir. Papa bibîr xist ku welatiyên xwedî baweriya Xiristiyan jî di nav de binî xet kir ku divê ‘Ji bêhestyarbûna xwe şiyar bibin’.
Papa di peyama xwe de diyar kir ku ji 50 milyonan zêdetir koçber hene û bal kişand ser pirsgirêkên koçberan. Papa îşaret bi wê yekê da ku bi milyonan kes ji derveyî tercîhên wan û bi neçarî hatine koçberkirin, hêz û kesên ku ji bo dewlemendiyên xwe zêde bikin bûne sedema bi milyonan kes koçber bibin û got: “Ji rijandina xwîna kesên bê guneh ti pirsgirêkan nabînin.”
Papa daxwaz kir ku divê mirovahiya cîhanê li hemberî pirsgirêka koçberan bi hestyar bin, ji bo Xiristiyanan jî banga ‘Ji hesyarbûnên xwe şiyar bibin’ kir. Papa anî ziman ku divê Xiristiyan bi nûbûnekî nû ya civakî pêşbixin.