Ozelmali yê di greva birçîbûnê de ye rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku zêdeyî 2 meh in li girtîgeha Edeneyê di greva birçîbûnê de ye, 7'ê Kanûnê ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Ozelamli tevlî ku rapora "nikare li girtîgehê bimîne" jê re hatiye dayin jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê girtin.

Nexweşê Wernîcke Korsakoff Kemal Ozelmali, ji 27'ê Îlonê ve bi daxwaza berdanê di greva birçîbûnê de ye.

Harûn Kaya ku li heman girtîgehê ye got, Ozelmali di roja 72'an a greva birçîbûnê de rewşa wî nebaş bûye û ji ser hişê xwe çûye.

Li gorî Kaya, Ozelmali rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê û tê dermankirin.