Ozaras: Nabe bazarî li ser tecrîd û 'mafê hêviyê' bê kirin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras destnîşan kir ku mafê hêviyê û rakirina tecrîdê ti carî nabe mijareke bazara siyasî û diyar kir ku divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras destnîşan kir ku mafê hêviyê û rakirina tecrîdê ti carî nabe mijareke bazara siyasî û diyar kir ku divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijara 'mafê hêviyê' ji ANF'ê re nirxand ku rojên dawî timî dikeve rojevê.
'LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ NÎNE, KIRYAREKE TAYBET LI DIJÎ ŞEXS HEYE'
Ozaras anî ziman ku tecrîd mirov ji civakê, ji jiyana civakî qut dike û divê weke pirsgirêkeke tenduristiyê û êşkenceyê bê nirxandin. Ozaras got, "Mirov divê ji aliyê civakî û psîkolojîk ve xwedî jiyaneke bi tenduristiyeke baş be. Di peymana DMME'yê de kiryara xerab weke êşkenceya li rûmeta mirovahiyê nayê tê pênasekirin. Ji aliyê hiqûqî ve ev rewş li dijî mafên mirovan e. Her wiha divê ne tenê weke binpêkirina mafên mirovan û tenduristiyê yên kesekî bê dîtin; li dijî hewldanên demokratîk û karê hiqûqî yê wî welatî ye."
Ozaras têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ne hiqûq lê belê kiryareke taybet a li hemberî şexs tê bicihanîn û got, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye binpêkirin.
'BI RENGEKÎ FERMÎ LI TECRÎDÊ MIKUR HATIN'
Ozaras destnîşan kir ku tecrîd gefê li aştiya civakî jî dixwe, gotina herî dawî ya Devlet Bahçelî bi bîr xist ku diyar kiribû ku Ocalan dikare sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Ozaras anî ziman ku ev gotin tê wateya qebûlkirina tecrîdê û gotinên Bahçelî mikurhatine di vê mijarê de ye.
'JI BO MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ DI MEWZÛATA QANÛNÎ DE GUHERTIN BÊ KIRIN'
Ozaras diyar kir ku mafê hêviyê mafekî bidawîkirina ragirtina mirovekî ya heta bi hetayê li girtîgehê ye. Ozaras ragihand ku ev maf li gorî xala 3'emîn a DMME'yê di çarçoveya qedexekirina êşkence û kiryarên xerab de ye û anî ziman ku mewzûata hiqûqî ya navxweyî ya Tirkiyeyê li pêşiya vî mafî asteng e. Ozaras got, "Tirkiye bi sererastkirina hiqûqa navxweyî divê biryarên DMME'yê bixe meriyetê. Ev yek ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo hemû welatiyan pêwîstî ye."
'NABE KU BAZARÎ LI SER MAFÊ HÊVIYÊ Û RAKIRINA TECRÎDÊ BÊ KIRIN'
Sînan Ozaras herî dawî destnîşan kir ku nabe bazarî li ser mafê hêviyê û rakirina tecrîdê bê kirin û got, divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne.