Osterberg: Divê Demîrtaş were berdan

Parlamenterê Sosyal Demokrat ê Swêdê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê Parlamentoyê Anders Osterberg got, divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.

Osterberg vê sibê li Fûara Kîsta a Stockholmê, çû serdana muşahîtên HDP û CHP’ê û piştre çû konê hilbijartinê yê HDP’ê.

Osterberg bi Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêde re civiya û wêne girt. Osterberg têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê pêk werin ji ANF’ê re axivî.

Osterberg got li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên di rewşa wekhev û adîl de divê serî de namzetê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û hemû HDP û muxalifên din ên siyasî were berdan. Osterberg got, ger ev rewş pêk were mumkun e ku li Tirkiyeyê hilbijartineke azad pêk were.

Osterberg got ku tevî hemû zextan û şert û mercên ne wekhev li gorî dengdana raya giştî encamên derdikevin dide nîşandan ku Erdogan rêjeya dengan ya dixwaze nagire û wiha domand; “Piştgiriya me ji bo hemû hêzên ji bo azadî, demokrasî, dewleta hiqûqê û mafê mirovan têdikoşe; wê bidome”.

Osterberg herî dawî daxwaza berdana rojnamevan, akademisyen û girtiyên siyasî kir û banga çûyina ser sindoqan li hemû kesî û dengê xwe ji bo azaî û demokrasiyê bi kar bînin, kir.