Osman: Helwesta fermî ya Başûr li dijî êrîşên li ser Efrînê qelse

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman got êrîşkarî û destdirêjiya Tirkiyeyê li ser Efrînê diyar e û helwesta fermî ya Başûrê Kurdistanê li hemberî vê êrîşê pir qels e.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman teqez kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ne li dijî partiyeke destnîşankirî ye, lê belê ew li dijî temama tevgera siyasî ya Kurdî û gelê Kurd bi giştî ye. Mehmûd Osman diyar kir ku "êrîşkarî û destdirêjiya Tirkiyeyê li ser Efrînê belî ye û qanûnên navneteweyî binpê dike".

Di hevpeyvînekê li gel servîsa Erebî ya ANF'ê de, siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehmûd Osman nerazîbûna xwe li dijî helwesta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî siyasetên Dewleta Tirk ên li dijî Kurdan nîşan da û ew wekî helwesteke pir qels bi nav kir. Mehmûd Osman her weha destnîşan kir ku divê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê helwesteke yekgirtî li beranberî siyasetên dijberî gelê Kurd nîşan bidin. Osman her weha diyar kir ku helwesta fermî ya Iraqê li hemberî êrîşkariya Tirkiyeyê li ser Efrînê qels e.

Dr. Mehmûd Osman, di serî de tu êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê çawa şirove dikî?

Li gor nêrîna min, êrîşkarî û destdirêjiya Tirkiyeyê li ser Efrînê belî û eşkere ye, ji ber ku di serî de ji hêla qanûnî ve, li gor qanûnên navneteweyî, ev êrîş destdirêjiya li ser dewleteke din e, ev êrîş destdirêjiya li ser sînorê Sûriyayê ye. Xala duduyan ew e ku Dewleta Tirk sivîlan topbaran dike. Jixwe tu mafê Tirkiyeyê yê êrîşkirinê tuneye ji ber ku ev Kurdên Sûriyayê ne, an ku yên dewletekedin in. Lê belê ev ev yek her dem ji destên Trikiyayê tê, çunku ew her dem sînorên Iraq û Sûriyayê dibezîne da ku êrîşan bibe ser Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, niha jî dem hatiye ku cîhan dengê xwe li beranberî van reftarên xeternak hilde. Her wisa divê Washîngton dest ji piştgiriya siyaseta hikûmeta Erdogan berde û zextan lê bike da ku vegere ser xeta çespandina demokrasiyê û bijartina çareseriya siyasî û aştiyane ji bo doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê. Erdogan nexweşê hîsteriyê ye û dixwaze hawê sultanên Osmanî yên kevn bike, ji ber vê yekê divê cîhan rê li ber reftarên wî bigire. Erdogan geh êrîşî Kurdan dike û geh êrîşî Ewropa û DYA’yê dike; jixwe ev yek sosret û nenormal e. Hizira min her wisa ew e ku ev qewam û reftar dikevin warê terora dewletê, ji ber ku Dewleta Tirk vê terorê li nava Tirkiyeyê li dijî Kurdan dimeşîne û niha sînoran dibezîne da ku terora xwe bigihîne Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî, jixwe teqez ev reftarên han cihê şermezariyê ye.

* Hin Kurd behaneyan ji êrîşkariya Dewleta Tirk a li ser Efrînê re dibînin û dibêjin ku ev êrîşa Erdoganî li dijî PYD û YPG’ê ye, gelo bersiva te ji boyî van Kurdan çi ye?

Ev behane ji binî ve ne rast in, ji ber ku dewleta Tirk temamê herêma Efrînê dide ber topan û tu cudahiyê naxe navbera alîgirên PYD’ê û kesên ne bi PYD’ê re. Bi sedan qurbaniyên sivîl hene. Ev yek van behaneyan ji binî ve pûç dike û van îdîayan derewîn derdixe. Koka mijar û pirsgirêkê ew e ku ev êrîş li dijî gelê Kurd e, ne li dijî partiyeke destnîşankirî ye. Heman tişt li Başûr dibe, gava Dewleta Tirk êrîşan dibe ser Başûr, dibêje ku ew li hêzên PKK’ê dide lê belê rastî ew e ku Dewleta Tirk gundên Kurdan ên Başûr dirûxîne, ji ber van sedeman ez dibêjin ev behane ne rast in û ev mentiq ji kokê ve ne rast e. Helbet êrîşkariya Dewleta Tirk tevgera Kurdî û gelê Kurd bi giştî li her derê dike armanca xwe, ev êrîşkarî diçe ser Bakur, Başûr û Rojava, an ku bi taybetî li van her sê herêman.

* Pêr, Serkanê Giştî yê Tirkiyeyê li Bexdayê bû û tê gotin ku lihevhatinek li ser hin mijarên saloxgeriyê çûye serî, lê belê agahiyên berfirehtir nehatin biparvekirin. Li gor nêrîna te, gelo Dewleta Tirk dikare Iraqê bikişîne nav êrîşeke hevbeş a li dijî Şingalê?

Dewleta Tirk vê yekê dixwaze û hewl dide ku Iraqê qanî bike û dikeve bazaran li gel Iraqê. Tirkiye ji Iraqê daxwaz dike ku hevkariyeke herdemî li gel wê bike û bi hev re êrîşê bibin ser hêzên PKK’ê û vê yekê ji Îranê û Hikûmeta Sûriyayê û ji hemû dewletan dixwaze, lê belê rewş li Başûrê Kurdistanê cihê ye ji ber ku sînor ne li jêr kontrola Hikûmeta Iraqê ne û êdî ev hevkarî pêk nayê. Hêviya min ew e ku Hikûmeta Iraqê hevkariyeke bi vî rengî li gel Dewleta Tirk neke. Armanca siyaseta Dewleta Tirk ew e ku tevgera Kurdî dorpêç bike, ew her dem di nava liva vê armancê de ye û hewl dide ku vê yekê li gel Iraq, Sûriya û Îranê bike. Armanca Dewleta Tirk ew e ku ev dewlet li dijî Kurdan bibin yek ku jixwe ev hevkarî berî niha di gelek waran de pêk hatiye û dîrok vê rastiyê belî dike. Ev cihê mixabiniyê ye. Ew dibêjin ku tevgera Kurdî xeterekê li dijî wan û ewlehiya wan pêk tîne lê belê ev yek ne rast e ji ber ku tevgera Kurdî li ber mafên xwe dide û destdirêjî li erdeke din an miletekî din an dewleteke din nekiriye. Tiştê herî sosret ew e ku Kurd wekî xeter bêne dîtin.

* Her wisa li gel têkiliyên Tirkiyeyê bi Başûrê Kurdistanê re, helwesta wê der barê referandûmêde nehat guhetin?

Erê, helbet Tirkiye heman reftar li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê jî meşand. Li gel ku ew tenê dengdayîn û derbirîn bû, lê Tirkiye li li dijî referandûmê derket û ket liv û tevgera dijberiyê. Di warê dijberiya referandûmê de, bi rengekî sosret û nedîtî hevkarî li gel Îran û Iraqê kir. An ku hêvî û azwerî jî li Kurdan qedexe ne û li gor wan, nabe ku Kurd doza mafê çareseriyê bikin. Li hundirê Tirkiyeyê jî Dewleta Tirk terorê li dijî Kurdan dimeşîne. Ji dema ku Erdogan bûye serokkomar, rewş ber bi xerabiyê ve diçe û êdî pêkanînên li dijî azadiya rojnamevaniyê û azadiyên din berfirehtir dibin û şerê li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û herêmên sînordar ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê girantir dibe, ev yek jî li jêr behaneya têkoşîna li dijî PKK’ê dibe, ew PKK wekî terorsît bi nav dike lê belê ev partî li ber doza xwe û gelê xwe dide û her dem deriyê diyalog û aştiyê vekirî dihêle, lê civaka navneteweyî tu helwestê nagire.

* Helwesta parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Iraqê heta kîjan radeyê bandordar e da ku zextan li Hikûmeta Iraqê bike û hêzên Tirk ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê bêne derkirin û planên Dewleta Tirk ên li dijî Kurdên Başûr, nemaze piştî hewldanên dawî yên Tirkiyeyê, bêne pûçkirin û têkbirin?

Hebûna hêzên Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji gelek salan ve ye û jixwe di vî warî de Parlamentoya Kurdistanê di sala 2003’an de biryara 36’an derandibû û vê dawiyê hin endamên Parlamentoya Kurdistanê kampanyayeke îmzeyan ji bo derkirina hêzên Dewleta Tirk dabû destpêkirin, lê Tirkiye xwe tev nade û li wan herêman maye, DYA bi giştî pişta wê digire, çunku Tirkiye hevalbenda wê ye li herêmê. Li gel hemû bangewaziyên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Dewleta Tirk heta niha li nava axa Başûr e û qanûnên navneteweyî û yên hemwariya baş binpê dike. Helwesta Hikûmeta Iraqê jî pir qels e. Hikûmeta Iraqê karîbû dozê bigihîne Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê û zextan li Dewleta Tirk bike da ku hêzên xwe vekişîne, lê hin bazar hene da ku ev hebûna leşkerî ya Dewleta Tirk li Iraqê bimîne.

* Nexwe gerek e dan û standina rêberiya Kurdî ya Başûrê Kurdistanê li hember metirsiya Tirkiyeyê bi çi rengî be? Gelo tu ji helwesta Başûrê Kurdistanê ya li beranberî siyaseta Tirkiyeyê li herêmê razî yî?

Ji helwesta Başûr ne razî me û dan û standina di dema niha de pir qels e. A girîng ew e ku Kurdên Başûrê Kurdistanê bibin yek û nêrîn û helwesteke yekgirtî li bernaberî vê pirsgirêkê bigirin. Di dawî de, ev pirsgirêk girêdayî Kurdan e, ji ber ku îro Dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê xeter e. Erdogan bi xwe çend caran daye xuyakirin ku ew ê PKK’ê li Sûriya û Iraq bi dawî bike. Li gor nêrîna min, divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên Başûr yekgirtî bin û helwesteke wan a hiphişk li dijî siyaseta Tirkiyeyê hebe, çunku ev siyaset li dijî Kurdan bi giştî ye.

* Tu binçavkirina birêz Salih Mislim çawa dinirxînî?

Binçavkirina Salih Mislim li ser daxwaza Tirkiyeyê pêk hatiye, ev bi xwe tawanek e. Paşê Tirkiye daxwaza radestkirina wî dike li gel ku ew welatiyekî Kurd ê Sûriyayê ye. Erdogan hemû sînor derbas kirine û ez weha hizir dikim ku di encamê de ev siyaset dê têk biçe, lê belê mixabin Kurd jî dêbeşekî bihayê têkçûna vê siyasetê bidin.

* Gelo di nava van rewşên pir hestyar ên doza gelê Kurd de, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heta kîjan radeyê girîng e?

Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê her dem girîng e, ji ber ku em yek milet in û rewşa heyî em bêyî dilê me parçeparçe kirine. Divê statuyeke me hebe, divê niwêneriyek û dengekî me yê yekgirtî li derve hebe, lê mixabin ji salên 70yî yên sedsala buhirî ve gelek hewldan hebûn û me ji ber du sedeman nikarîbû kongreyê pêk bînin, sedema yekê siyaseta Îran û Tirkiyeyê ya li dijî lidarxistina kongreyê bû û sedema duduyan girêdayî nakokiyên partiyan bû. Îroroj, heger derfeta lidarxistina kongreyê hebe dê tiştekî pir girîng be, ji ber ku pêdiviya me bi hevkariya di navbera parçeyên Kurdistanê de heye, an ku hemin dijminên me hevkariyeke berfireh dimeşînin, nexwe çima em hevkariyekê pêk nayînin? Ez hizir dikim ku lidarxistina kongreyeke neteweyî li Kurdistanê, li vir, li hundir an li derve, dê şêwazeke hevkariyê di navbera parçeyên Kurdistanê de derxe holê û jixwe ev yek dê ji boyî xebat û têkoşîna hevbeş a di rêya bidestxistina mafê çareseriya me de pir girîng be.