Orkestra Zurichê diçe Amedê

Orkestra Zurichê diçe Amedê

Orkestra Tenbûrên Kevanî ya Zanîngeha Zurich a Swîsreyê (ZHdk String) derdikeve tûrneya Amedê. Orkestra, ku mêvanê Konservatur a Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin e, wê di Kurdî jî du berheman şîrove bike.

Orkestra Tenbûrên Kevanî ya Zanîngeha Hunerê ya Zurich'ê, ku di sala 2005'an de ji aliyê profesorê viyolînê yê li cîhanê navdar Rûdolf Koelmann ve hat avakirin, bi ekîba xwe ya ji 21 kesan tê diçe Amedê. 

Orkestra wê roja 5'ê Gulanê saet di 20.00 de li Salona Şano ya Bajarê Mezin a Amedê konserê bide.

Di 6'ê Gulanê de jî wê li Dêra Sûrp'ê di heman saetê de derkeve pêşberî Amediyan.

Orkestra wê di 7'ê Gulanê de li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê û di 8'ê Gulanê de jî li Fîkaya Kentê, ji Bach ta Mozart, berhemên gelek muzîsyenên navdar pêşkêş bike.

Orkestra her weha bi taybetî ji bo Amediyan, wê strana Hernepêş û ji bo bîranîna Aram Tîgran jî berhema Ay Dilberê bêje.

Taybetmendiyeke din a Orkestrayê jî ewe ku ji 15 çandên cûda muzîsyenan di nava xwe de vedihewîne.