Orhan ê HDK’î: Em ê hêviyê qezenc bikin
Orhan ê HDK’î: Em ê hêviyê qezenc bikin
Orhan ê HDK’î: Em ê hêviyê qezenc bikin
Beriya 5’emîn Civata Giştî ya Asayî ya HDK’ê ku wê li Enqereyê pêk bê, endamê Desteya Rêveber Emîn Orhan ji ANF’ê re axivî û got ku di lijneya beriya vê de dirûşmeya wan ‘Rêwîtiya hêviyê’ bû û vê carê jî ‘Em ê hêviyê qezenc bikin’ be. Orhan da zanîn ku ger gel û kedkar ji bo Somayê pira aştiyê ava kiribin, ger li Amedê ji bo her cure pirsgirêkên li Stenbol, Îzmîr û Aydinê hestiyarbûnek hatibe avakirin ev encama pratîka HDK’ê ye.
5’emîn Civata Giştî ya Asayî a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dawiya hefteyê li Enqereyê dicive. HDK ya ku di lijneya 4’emîn de bi dirûşma ‘Rêwitiya hêviyê’ civiya, dirûşma wê ya îsal; "Ji kolanan heta bajaran têkoşîna rêxistinkirî" ye
Kongre wê du rojan berdewam bike. Roja yekem raporên xebatan wê bên xwendin û roja duyem jî wê sazbûna ji nû ve ya HDK’ê bêkirin. Têkiliyên HDK-HDP’ê wê bên dest girtin. Geşedanên Rojava û der barê kantonên Rojava de plansazî bên kirin.
Namzetên hevberdevk hê nehatine diyarkirin. Lê di kulîsan de navê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel derbas dibe.
Rojeva civatê ya nû jî, nîqaşên der barê temsiliyeta di nava KCD û HDK’ê de bin.
Endamê Desteya Rêveber a HDK’ê Emîn Orhan beriya lijneyê pirsên ANF’ê bersivand.
Di kongreyê de rojeva we ya nû sazkirina nû ye? Çima?
Felsefeya HDK’ê ev e ku pergala meclîsan bê birêvebirin, avakirin û pêşxistin. HDK’ê di pêvajoya avabûnê de di mijara meclîsan de pêngavên baş avêt. Meclîsên xwe hema ava kir, berê xwe da cihên ku meclîsa wan tune. Piştre hema li ser hilbijartinên herêmî kûr bû. Ji ber vê jî rojev girtin dest û li ser van di mijara rêxistinbûna xebatên meclîsê de hinek tengasiyan rû dan û di pratîka meclîsan de hinek paşdeçûn hatin jiyîn. Di hilbijartinên herêmî de ji bo pêşxistina meclîsan derfet û bendewarî jî derketin holê. HDK di vê pêvajoyê de li ser xebatên rêxistinbûnê sekinî. Berê xwe dan van xebatan, lê li ser kûr nebû. Di hilbijartinan de li ser qezencên şênber sekinînin. Xebatên hilbijartinê li ser komîsyonan meşiya. Bi vî awayî xebatên meclîsan têk çûn.
Yekane astengiya li pêşiya meclîsan gelo hilbijartin bûn?
Ne tenê hilbijartin bûn. Polîtîkayên global ên siyasî ku AKP’ê afirandibûn, polîtîkayên ku HDK ji vir kişand wir ji wir kişand vir. Encamên neyênî derxist holê. HDK’ê di heman demê de partiyek hilbijartinê jî ava kir. Pêwîstiya vê partiyê bi enerjî û hêzekê hebû. Beşeke kadroyan veguhastin xebatên HDP’ê. Ji ber hilbijartinê ev pêwîst bû. Di pêşneketina meclîsan de para vê jî hebû. Lê ya esas kêmasiyên di anîna cem hev a polîtîkayên giştî û herêmî de bû.
Bandora pêkhateyên HDK’ê ya li avakirina meclîsan çi ye?
Pratîka rêxistibûna kongreyê ya wek HDK’ê cara yekem li Tirkiyeyê tê ceribandin. Hêza ku HDK ava kirin û nêzî HDK’ê bûn na, bi hêzên derveyî me re pirsa ‘gelo’ hat rojevê. Digotin gelo wê HDK’ê bi serkeve. Lê HDK’ê xwe îspat kir. Derxist holê ku ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn proje û rêbazeke rast e.
HDK ENIYA DEMOKRATÎK E
Hûn dikarin HDK’ê bi çend hevokan vebêjin?
HDK projeya eniya demokratîkbûnê ye. Projeya enîkirina gelan e. Polîtîkaya yekbûyî ya gelan a li dijî polîtîkayên dema pêş a sermayeyê ye. Projeyeke demokrasiyê ya ku HDK ne nav de ye li Tirkiyeyê nayê meşandin. HDK di heman demê de têkoşîna rewa ye. Kolan e. Jiyan e, pêşeroj e.
Mîsyona HDP’ê çi ye?
HDK’ê HDP ji bo ku di qada siyasetê de zêdetir rolek bi bandor bilîzin hat avakirin. Li gorî vê rolê hem di hilbijartinên herêmî de û hem jî di hilbijartinên serokkomariyê de tevgeriya. Di her du hilbijartinan de nîşan da ku avakirina partiyê çiqas pêwîst û rast e. Yek, rasterast xwe ji bo armanca siyasî îfade dike û ya din jî rêxistinbûna têkoşîna gel esas digire. Yek li parlamentoyê xwe dimeşîne, ya din jî di qadên jiyanê de xwe îfade dike. HDK li ser meclîsan xwe rêxistin dike. Ger meclîs tunebe HDK tune. Lê beyî HDP’ê, HDK jî tune.
Di rojên dawî de HDP dertê pêş, ev rewşek asayî ye an pirsgirêkek heye?
Ev rewşek pir nomal e. Ne pirsgirêk e. Gel carinan wisa fêm dike û em nikarin di carekê de bişikînin. Gelê me zêde hînê rêxistibûna kongreyê nebûye. Di kongreyan de rêxistibûn qels e. Bi taybet jî li rojava. Ger HDP wek alternatîfa HDK’ê yan jî wek pêkhateya HDK’ê bê dîtin, ev ne tenê fêmkirina HDK û ne jî ya HDP’ê ye. Ne mijara gotineyê ku ev bên hemberî hev. Car caran bi pêkhateyan re ev mijar tên nîqaşkirin.
Di pratîka 3 salan a HDK’ê de we çi encam derxist?
Hêvî, bendewarî û pratîka di salên damezirandina HDK’ê de wek alternatîfa rast a pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye hat dîtin. Li di vê pêvajoyê de herî zêde li ser vê hat sekinandin. HDK fêdeyek mezin da dîroka tevgera şoreşgerên Tirkiyeyê. Ev pratîka HDK’ê hêzên ji derve jî anî cem hev. HDK’ê di dîroka têkoşîna siyasî de xetek ava kir û di vê xetê de dimeşe.