NÛ BÛ

Operasyonên qirkirina siyasî: 26 kes hatin binçavkirin

Polîsan li Bûrsayê serê sibê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 16 kes binçav kirin. Li Edeneyê jî 10 kes hatin binçavkirin.

Polîsan serê sibê li navçeyên Gemlik, Yildirim, Osmangazi û Nilufer yên Bûrsayê bi ser gelek malên endam û rêveberen HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navde 16 kes binçav kirin û birin midûreyeta polîsan. 

Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Endamê Meclîsa HDP'ê Rahîm Dede, Rêveberên HDP'ê yên Bajar Metîn Kiliç, Onur Merîç û Mustafa Demîrel, Hevserokên DBP'ê yên Bûrsayê Metîn Gokçe û Mujde Arslan, rêveberên HDP û DBP'ê Huseyîn Camkiran, Zekî Korhan, Ceylan Gokçe, Ayhan Bahadir, Menderes Yildirim, Zeynep Yildirim, Şerîfe Erbay, xwendekarên zanîngehê Omer Ergul, Mehmet Bugdayci, Murat Pinar.

LI EDENEYÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser taxên Belediyeevlerî, Kuçukkirim, 6 Ocak, Esentepe û Emekê. Hêzên dewletê ku deriyê malan şikandin û bi vî rengî ketin hundir, 10 kes binçav kirin. 10 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyet Emniyetê ya Ceyhanê.