Onder Babat li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
Xwendekarê Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 18'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.
Xwendekarê Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 18'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.
Xwendekarê Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 3'ê Adara 2004'an de dema ku ji Kovara Tevgera Şoreşger a lê dixebitî, derketibû, hatibû qetilkirin. Babat, di 18'emîn salvegera mirina xwe de bi pêşengiya Tevgera Şoreşger li kolana Beyoglû Îmam Adnan hate bîranin.
Di bîranînê de ku gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn, soza bilindkirina mîrateya têkoşînê ya ji Babatê hiştiye hat dayîn. Di bîranînê de pankartên "Em ji bo Oner Babat edaletê dixwazin" hatin hilgirtin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de dirûşmeyên "Oner Babat nemir e", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Wê hesabê Oner were pirsin", "Hevkarê emperyalîstan Filoya 6’emîn ji bîr nekin" hatin berzkirin.
Gerînendeyê Giştî yê Kovara Tevgera Şoreşger Ahmet Ediz Kankur daxuyanî xwend. Kanku, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku hevalên wî Onder Babat 18 sal in li vê kolanê li ber buroya Kovara Şoreşger bi guleyan hate qetilkirin.
Kankur anî ziman ku ji wê rojê û vir ve ji bo kesên ew kuştine veşêrin, bûyer di tariyê de bimîne û rastî bê tarîkirin ve her tişt hatiye kirin û got:“Li kolana ku lê hatiye gulebarankirin delîlek jî nehatiye berhevkirin. Bûyer ji aliyê çapemeniya bûrjûva ve hatiye berovajî kirin. Vekirina dozên sivîl ên weke pêvajoya otopsiyê jî bi awayekî organîze tê xwestin bê astengkirin. Kesên ku dixwazin kujerê Onder Babat bê dîtin jî destê wan hatin kelepçekirin û rastî îşkenceyê hatin.“
Kankur destnîşan kir ku ev bêtehamulî îro jî dewam dike û bi bîr xist ku polîsan êrîşî merasima bîranîna ku salên berê li ber Zanîngeha Stenbolê dihat xwestin bê lidarxistin kirin.
Piştî daxuyaniyê li cihê Onder Babat hatiye gulebarankirin, wêne û qurnefîl hatin danîn.