Omer Ocalan: Divê deriyê Îmraliyê vebe

Parlementer Omer Ocalan diyar kir heta Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke mezin de ye, nikaribe biaxive wê her spekulasyon bibe malzemeyeke siyasî û got “Ji xeynî Abdullah Ocalan, her kes diaxive. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, serokkomarê Tirk Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kiribû hedef û gotibû “Wê yê li Edîrneyê hesabekî mezin bide yê li Îmraliyê.” Bertekên li hemberî vê gotina Erdogan didome.

Biraziyê Abdullah Ocalan û parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Erdogan ji bo li desthilatdariyê bimîne dikare her tiştî bike.

‘HEKE WÊ XWEREXNE PÊK WERE, DIVÊ EV TIŞT JI SEROKKOMAR WERE DESTPÊKIRIN’

Omer Ocalan diyar kir ku welat hêdî hêdî ber bi pêvajoya hilbijartinê ve diçe û her kes nirxandina xwe li ser doza Kurdan dike.

Omer Ocalan diyar kir ew ê di rojên pêş de were dîtin bê ka gotina Erdogan stratejîk an jî pêngaveke taktîkî ye yan ba û got “Heke ji hesabekî wêdetir, ew ê xwerexne were dayîn divê ev tişt ji serokomar û desthilatdariyê were destpêkirin. Piştre jî divê ji bo ku mirov zanibe fikra rêzdar Abdullah Ocalançi ye, ji bo hînbûna vî tiştî divê deriyên Îmraliyê were vekirin, bi parêzer an jî malbata xwe hevdîtinê bike.”

Ocalan diyar kir ku li holê meseleyeke mezin a 40 salan heye û divê ev mesele nebe malzemaya hesapên siyasî û got “Di warê bidawîbûna pêvajoya siyasî de, divê her kes xwerexneyê ji xwe dest pê bike. Lê di vir de berpirsyariya mezin di serî de ya hikumetê û ya serokkomar Erdogan e. Heke ev tişt bi awayekî samîmî pêk were, wê piştre aktorên din jî di warê şaşiyên pêvajoya çareseriya demokratîk de xwerexneya xwe bide. Lê heke serokkomar van tiştan ji bo hilbijartin, krîza ekonomîk û encamên anketan dike, li gorî me ev ne rast e û em vî tiştî rexne dikin.”

‘HETA KU DERIYÊN ÎMRALIYÊ VENEBE, HER TIŞT SPEKULASYON E’

Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan a niha li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û heta ku deriyên Îmraliyê venebe, wê her spekulasyon bibe malzemeya siyasî û got “Li pêşberî me Erdogan heye ku tecrîda Îmraliyê bi salan e, bi giranî didomîne. Dewlet an jî rayedarên desthilatdariyê kîngê bixwazin dikarin tecrîdê bikin an jî rakin. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de, di bin berpirsyariya wan de ye. Heke hevdîtinek tê kirin, divê Abdullah Ocalan vî tiştî deklare bike. Heke hevdîtinek heye, li wir çi tê kirin, em ê nikaribin şîroveyekê bikin. Em jî wekî gel nizanin li wir çi tê jiyîn. Li ber destê me derbarê tendirustî, jiyan, tiştên ku li ser diaxivin an jî naaxivin tu agahî tune. Lê wisa xuya dike, di rojên pêş de wê ev rewş bibe rojev.”

‘HETA KU TECRÎD BIDOME, TU KES WÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXE’

Ocalan diyar kir ku li vir tişta ne etîk ev e ku mafê axaftinê yê Abdullah Ocalan tune lê qala wî tê kirin û got “Ji xeynî Abdullah Ocalan her kes diaxive. Hinek kes li ser twîtterê, hinek kes li ser kursiya meclîsê di asta herî bilind de diaxivin. Di vir de pirsgirêka esasî ev e ku têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn, mafê wî yê axaftinê tê astengkirin û her kes li ser navê wî diaxive. Ev ne di warê siyasî de û ne jî di warê hiqûqî de ne etîk e. Ji xeynî Abdullah Ocalan ê ku mûxatabê çareseriya pirsgirêkan e, her kes argumanekî datîne holê. Lê mixabin li ser wî tecrîda di nav tecrîdê de tê bikaranîn. Heta ku tecrîd hebe û mafê wî Abdullah Ocalan ê axaftinê tunebe, wê tu kes tiştekî bi dest nexin. Kanalên TV’yê yên ku xwe wekî mûxalif dibînin jî ji dêvila ku li ser tecrîdê û astengkirina mafê wî yê axaftinê tiştekî bibêjin bi islûbeke heqaretwarî xizmetê ji vê pêvajoya xerab re dikin. Ev tişt ji cîddiyetek siyasî wêdetir bûye malzeme û demagojiyekê. Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, dikare her tiştî bike. Dema ku rewş wisa be, divê bi cîddî nêzikî meseleyê bibin.  Mixabin her kes dikare biaxive lê vî mafê Abdullah Ocalan tune.”

‘ABDULLAH OCALAN HER DEM QALA HIQÛQÊ KIR’

Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan metodên derveyî hiqûqê qebûl nake û di 25’ê Adara 2021’an de di axaftina telefonê ya bi Mehmet Ocalan re de jî heman tişt gotiye û got “Di vê hevdîtina kurt de, Abdullah Ocalan diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ne hiqûqî ye û gotiye, ‘Ev tiştekî şaş e, divê parêzer werin’. Abdullah Ocalan gotibû ‘Ev ne hiqûqî û qanûnî ye, divê parêzerên min werin vir. Ev meseleyeke cîddî ye û rewşa min jî rewşeke hiqûqî ye.” Abdullah Ocalan her dem li gorî hiqûqê tevgeriyaye û hiqûq derxistiye pêş. Wî diyar kiriye ku di dema pêvajoya çareseriyê de, dema heyet tên Îmraliyê jî divê ev tişt li ser zemîna hiqûqî were pêkanîn. Raya giştî dizane ku wî gotibû ‘Divê hûn zemîna qanûnî ya vî tiştî pêk bînin û li meclîsê bidin qebûlkirin.”

Omer Ocalan diyar kir ku heke ev hewldan ji bo parçekirina tevgera siyasî ya Kurdan be, wê bergîndiya vî tiştî tunebe û got “Di 30 salên dawîn de, entrîkayên wisa hatine kirin, metodên şerê psîkolojîk hatine kirin. Îro jî ev di warê siyasetê de ev metod didome. Lê divê bizanibin di nav tevgera siyasî ya Kurdan de, rewş her dem di asta jor de ye, hemû kesan berê xwe dane çareseriya pirsgirêkê, ji bo aştiyeke bi rûmet motîve bûne û demokrasî ji xwe re kirine esas û bûne hêza demokrasiyê ya Rojhilata Navîn. Ev rewş bi gotina Erdogan an jî mûxalefetê naguhere. Kurd wekî hêza demokrasiyê ne û di demokrasiyê de israr dikin. Ji ber ku li gorî me çareserî di demokrasiyê de ye.”