Olûç: Pêngava rêxistinkirina nû wê di 2020’an de bi dawî bibe

Serokwekîlê Koma HDPê Sarûhan Olûç diyar kir ku di serê sala 2020’an de pêngava wan a rêxistinkirinê wê bi dawî bibe.

Rêxistina Navçeya Mîlasa Mûglayê ya HDP’ê bi kongreya xwe ya 3’emîn a asayî rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Serokwekîlê Koma HDPê Sarûhan Olûç ê ku tevlî kongreyê bûbû diyar kir ku di serdema nû de HDP’ê dest bi pêngava rêxistinkirinê kiriye.

Olûç got ku “Di nava 5 salan de, me 8 hilbijartin li dû xwe hişt. Di her hilbijartinê de me serkeftina xwe zêdetir kir. Lê di warê rêxistinkirinê de em qels man. Em ê di van mehan de pêngava xwe ya rêxistinkirinê bidomînin û di kongreya xwe ya giştî ya di Adar an jî Nîsana 2020’an de em ê vê pêngava rêxistinkirinê bi dawî bikin.”

Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin. Ferdî Demîr û Nasîbe Bîrkan bûn hevserokên HDP’ê yên navçeya Mîlasê.