Olûç nerazîbûn nîşanî serdegirtina li Giyadînê da: Dijminatî ye

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya li Şaredariya Giyadînê da û got, "Desthilatdarî ne tenê dijminê şaredariyên HDP'î ye, di heman demê de dijminê şaredariyan e yên ji bo jinan kar dikin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Olûç destgîrkirina Hevşaredara Giyadînê ya HDP'î Betul Yaşar bi bîr xist û diyar kir ku ev yek amadekariya ji bo tayînkirina qeyûm e.

Olûç got, "11 şaredariyên me mabûn, em zanin ku wê teyûm li wan jî bi cih bikin. Çima êriş birin ser Şaredariya Giyadînê? Ji ber ku li Şaredariya Giyadînê hefteyên dawî ji bo gel û jinan karên gelekî kêrhatî tên kirin. Hefteya derbasbûyî bazara kedê ya jinê hatibû vekirin. Projeya navenda şêwirmendiya jinê dest pê kiribû. Ev yek ne tenê dijminatiya li şaredariyên HDP'î ye, di heman demê de dijminatiya li şaredariyan e ku ji bo jinan kar dikin. Karê destpêkê yê qeyûman danîna tabelayên Kurdî ye, karê duyemîn jî bidawîkirina karên ji bo jinê ye."