Oluç: Em ê li her derê bi ser bikevin

Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç hin namzetên din ên partiya xwe aşkere kir û rojev nirxand.

Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, li ser geşedanên rojevê axivî û navê hin namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê yên hin bajar û navçeyan aşkere kir.

'DIVÊ JI BO LEYLA GUVEN BIKEVIN DEWRÊ'

Oluç bi bîr xist ku duh wan li Meclîsê ''Nobeta Aştî û Dadê'' girtine, greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê îro ketiye roja 91'an û yên li girtîgehan di roja 53'yan de û greva birçîbûnê ya wekîlên berê Selma Irmak û Sebahat Tuncel di roja 22'yan de didome û diyar kir ku rewşa Leyla Guven û girtiyên di girtîgehan de ketî greva birçîbûnê rewşa krîtîk derbas kirine.

Oluç diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên nobeta aştiyê bidomînin û bi bîr xist ku daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û got tecrîda girankirî ya li ser Ocala a ji Nîsana 2015'an û heta niha heyî, nayê qebûlkirin.

Oluç got, tecrîda li ser Ocalan hem ji hêla hiqûqa Tirkiyê ve û hem jî ji hêla peymanên navnetewî ve ku Tirkiyê îmze kirine, ne rewşeke hiqûqî ye, bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir û got heke rewşeke neyênî derkeve holê, berpirsê wê Wezarata Dadê ya Tirk e.

'JI BO KU EM LI HER DEVERÊ BI SER BIKEVIN ME TAKTÎK DIYAR KIRIN'

Oluç, li ser nêzîkatiya partiya wan a li hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê û got, ''Em dixwazin li bajarên Kurd ku qeyûman şaredarî desteser kirin dîsa bi dest bixin, li deverê ku qeyûm nînin û şaredariyên me lê nînin, bi dest bixin. Li Tirkiyê jî armanca me ew e ku bi desthilatê bide windakirin û her wiha bi ser bikevin. Taktîka me ev çend hêsan e. Em dibêjin, em ê hem bi ser bikevin û hem jî bi desthilatê bidin windakirin.''

Oluç got HDP vê hilbijartinê mîna hilbijartineke ji rêzê nabîne û got, ''Ev referandûmeke demokrasiyê ye. Ji ber ku li bajarên Kurd şaredarên gel bi dengê xwe hilbijartine û mafên endamên meclîsê hatine desteserkirin, rehîn girtin. Vîna gel hatiye perçiqandin. Tine hatiye hesibandin. Vîna gel hatiye desteserkirin.

Karê me yê pêşî ew e ku em li wan deran demokrasiyê, siyaseta demokratîk bi ser bixin. Li hemû deverên ku qeyûm lê heye û berê me bi dest nexistiye em encameke serkeftî bînin. Ji bo vê hemû partiyên Kurd û Rêxistinên Civaka Sivîl tifaqeke serkeftî û hêja danîn, ev tifaqeke dîrokî ye. Di vê mijarê de gav têne avêtin.''

'LI TIRKIYÊ WÊ HÊZA XWE BIKIN YEK'

Li ser nêzîkatiya partiya wan a li aliyê Tirkiyê jî Oluç got, ''Me bi ti partiyan re tifaqeke vekirî yan jî zelal bi asta navendî nekiriye. Li li Tirkiyê hilbijêrên me wê hêza xwe bikin yek. Hêzên demokrasiyê wê dest bidin hev. Nêzîkatiya me ya sereke ya li aliyê Tirkiyê wê ev be.''

'HERÎ PIR ME NAMZETÊN JIN NÎŞAN DANE'

Oluç her wiha got di namzetên şaredariyê de herî zêde partiya wan namzetên jin nîşan dane.

HEJMARA NAMZETÊN JIN

Li nava raya giştî nîqaşeke ka hejmara namzetên jin ên kîjan partiyê zêde ne, destpê kiriye. Bêguman bi ferqeke mezin em li pêş partiyan hemûyan e.

NAMZET

Olûç namzetên nû eşkere kir:

"AGIRÎ

Navenda: Yelîz Karaaslan - Abdûrrahman Dogar

ÇEWLIK

Navend: Hatîce Kavran - Hîşyar Ozsoy

AMED

Çinar: Necla Tamrîş – Bedrî Kaya

ERZÎROM

Hinis: Nûrcan Felekoglû - Mehmet Bayraktar

ÎDIR

Halfelî: Merve Madak - Hasan Safa

MERSÎN

Akdenîz: Emîne Şîlan Yuksekkaya - Aleddîn Erdogan

MÛŞ

Gimgim: Ulku Karaaslan - Mahmût Yalçin

SÊRT

Navend: Berîvan Helen Işik - Resûl Kaçar

RIHA

Wêranşar: Roza Yazmaci - Hidir Oktay

Serêkaniyê: Narîn Gezgor - Mehmet Alî Kahraman

Heweng: Rabîa Aslan - Mahmût Çakmak

DERSIM

Navend: Nûrşat Yeşîl – Hidir Demîr

Xozad: Îlknûr Dogan – Nesîmî Ataş

Pertax: Mûstafa Taşkale

Mazgîrt: Alî Ekber Saratli

Akpazar: Songul Dogan – Orhan Çelebî

Qisle: Rahîme Kizilkan – Ozkan Arslan

Pilur: Serpîl Argin – Sînan Zenk

Pîlemûr: Gurol Yilmaz

Çemîşgezek: Suleyman Karadag

KONYA

Bajarê Mezin: Hangul Işik - Giyasettîn Almaz

Cîhanbeylî: Serap Kaya - Mehmet Yalçin

Meram: Arîf Baş

Karatay: Abdûrrahman Aslan

Ereglî: Siddik Atici

Selçûk: Ramazan Ot

YALOVA

Yalova: Semra Gonenç - Yuksel Akin

MÛGLA

Mûgla: Dîlek Dobrûcali - Mehmet Polat

DENÎZLÎ

Denîzlî: Şerîfe Yildirim - Mûsa Aydin

BALIKESÎR

Balikesîr Buyukşehîr: Alî Kenanoglû

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê em serketinê ji Celal Dogan re dixwazin; dil û keda me wê bi wî re be. Ji bo Şaredariya Navenda Semsûrê em namzet nîşan nadin."