Olûç: Divê AYM neyên lîstikên desthilatê

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî girtina dozê bang li AYM’ê kir û got: “neyê lîstikan.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Olûç bal kişand ser vekirina doza girtina derbarê HDP’ê de û wiha got: “Îdîanameyek ewqas bêhiqûqî û vala ye naveroka wê hemû bi sedemên siyasî hatiye amadekirin. Tiştek wisa nehatiye dîtin. Gelek tiştên di hundirê wê de hêj di asta lêpirsînê de ne lê dîsa jî kirine hundirê îdianameyê. Binêrin tiştek balkêştir heye, îdinameya Kobanê ku hêj nehatiye destpêkirin jî kirine hundirê îdianameya doza girtinê. Qey meriv dibêje biryar hatiye dayîn rabûne îdîanameya Kobanê jî têde bicih kirine. Taybetmendiyek din ê vê îdianameyê heye. Têbiniyên Îmraliyê yên hevdîtinên salên 2013-2015’an bi Abdullah Ocalan re hatine kirin jî di îdianameyê de cih girtine. Baş e ew girtek çawa derketin holê. Ew hevdîtin çawa hatin kirin? Kî destûr da? Werin em bi hev re li bersiva pirsan bigerin. Qey em bi avjeniyê çûn Îmraliyê? Saziyên dewletê û desthilatê ku hevdîtina temîn dikir çima ji îdinameya doza girtinê bêpar hatine hiştin? Ew kesên destûr dan kî ne? Yên wan hevdîtinan kirin û xwestin têbinî werin girtin kî ne? Bi van têbiniyên li îdianameyê hatine zêdekirin tenê hesab ji HDP’ê nayê xwestin di heman demê de hesab ji pêvajoya çareseriyê û lêgerîna aştiyê hesab tê xwestin. Dixwazin tola pêvajoya çareseriyê hildin lê belê di pêvajoyê çareseriyê de tenê ne aliyek hebû. Şandeyên desthilatê û dewletê jî têde cih digirtin. Divê ew jî werin darizandin.”

Olûç destnîşan kir ku gelek agahiyên di hundirê îdînameyê de şaş in û got: “Derbarê parlamenterek me dosyeyek heye. Halbûkî nav dişibe hev. Parlamenter di dozek wiha de nehatiye darizandin. Lê dîsa jî li îdînameyê zêde kirine. Ewqas jî bêqayde ye. Ewqas îdianameyek berbat e. Li ku hat amadekirin, li meqamê şirîkê biçûk hat amadekirin û erêkirin. Pişt re jî şandin Serdozgeriya Dadgeha Bilind. Îdîaname ne îdînameyek hiqûqî ye, bi temamî ji ber sedem û tolhildana siyasî hatiye amadekirin. Îdîaname tenê di warê qaydeyî ve di warê esasî de jî tu eleqeya wê bi hiqûq û demokrasiyê ve nîne. desthilat bi vê kirina xwe dixwaze Dadeha Destûra Bingehîn (AYM) di bin zextan de bihêle û dixwaze AYM’ê bike amûra sedemên siyasî yên bêhiqûqiya xwe. Em bang li AYM’ê dikin; em dibêjin divê AYM di warê hiqûqî de nebe parçeyek vê amûrê û dozê red bike.”