Oluç: Dayikên Şemiyê wê têkoşînê bidomînin
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got AKP dijminê demokrasiyê ye, wê serî xwe li ber ti êrîşê netewînin, makyaja demokrasiyê ya AKP’ê ya li Ewropayê wê bi Dayikên Şemiyê biweşe.
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got AKP dijminê demokrasiyê ye, wê serî xwe li ber ti êrîşê netewînin, makyaja demokrasiyê ya AKP’ê ya li Ewropayê wê bi Dayikên Şemiyê biweşe.
Olûç li ser êrîş û dorpêça dewleta Tirk a li ser çalakiya Dayikên Şemiyê got, qedexeya li ser çalakiya 23 salan nayê qebûkirin.
Olûç got ji çalakiya xizmên nebediyan herî pir hêmanên dewleta kûr a salên 90’î ku desthilata AKP’ê di nav koalîsyonê de bû, aciz e û makyaja demokrasiyê ya AKP’ê ya li Ewropayê bi Dayikên Şemiyê were xwarê.
‘AKP DIJMINÊ DEMOKRASIYÊ YE’
Olûç got dorpêça polîsan ku AKP di şexsê Wezîrê Karê Navexwe Suleyman Soylu de li dijî Dayikên Şemiyê pêk tîne ji hêla mirovahî, demokrasî, wijdan û dadê ve nayê qebûlkirin û AKP dijminahiya demokrasiyê dike.
Olûç got, ‘’Qedexekirina çalakiyeke aştiyane ya ku ji bo kesên di destgîrkirinê de hatin nebedîkirin ne ji hêla Ewropayê ve û ne ji hêla cîhanê ve nayê qebûlkirin. Hemû makyaja wan a demokrasiyê ya ji bo Ewropayê bi zilma li ser Dayikên Şemiyê wê were xwarê.’’
‘ÇI DIBE BILA BIBE WÊ SERÎ NEYÊ TEWANDIN’
Olûç got halê hazir di nav koalîsyona desthilatê de hin nav hene ku salên 90’î operasyonên dewletê rê ve birine û got, ‘’Tiştên ku berê kirine bi bîra wan tîne û nikarin bi rastiyê re hevrû bibin.’’
Olûç got heta ku di nav koalîsyona desthilatê de hêmanên dewleta kûr ên salên 90’î hebin wê êrîşên li ser Dayikên Şemiyê, ên bi ser hêzên demokrasiyê de bidomin û got, ‘’Çawa ku salên 90’i têkoşîna azadiyê û demokrasiyê domandin, niha jî li dijî van qedexe û êrîşan wê serê xwe netewînin.’’
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç herî dawî got, ‘’Dayikên Şemiyê wê dev ji têkoşîna xwe ya 23 salan ku ji bo kesên dema destgîrkrinê hatine nebedîkirin, bidomînin. Wê bi fermana Suleyman Soylu dev ji têkoşîna xwe neqerin. Li kûderê dibe bila bibe wê têkoşînê bidomînin.’’