Olûç: Bi dek û dolaban biryara DMME'yê bi cih neanîn

Berdevkê HDP'ê Olûç diyar kir, biryara DMME'yê ya li ser berdana Demîrtaş bi dek û dolaban bi cih nehatiye anîn û got, dadgeriya ku bi fermana desthilatdariyê tevdigere, wê siberojê lenet lê bê anîn.

Berdevkê HDP'ê Sarûha Olûç, bicihneanîna biryar Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ANF'ê re nirxand.

Olûç bal kişand ser pejirandina cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş hate birîn û diyar kir, ev biryara bi lez û bez hate dayin, ji bo bicihneanîna biryara DMME'yê hate dayin. Olûç got, dosyaya Demîrtaş û Onder li Dadgeha Îstînafê derxistin pêşiya 600 dosyayên li benda nirxandinê bûn.

DI ŞEXSÊ DEMÎRTAŞ Û ONDER DE AŞTÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN

Olûç her wiha bi bîr xist, roja ku DMME'yê biryara xwe eşkere kir Serdozgerê Komarê yê Enqereyê çû Qesrê û bi Erdogan re hevdîtin kir. Olûç bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a piştî eşkerebûna biryara DMME'yê ku gotibû, "Em ê li dijî vê gavekê biavêjin û vî karî biqedînin." Olûç got, "Gava ku qalê dikir, ev bû. Dek û dolab gerandin û bi vî rengî nehiştin ku biryara DMME'yê bi cih were anîn."

Olûç destnîşan kir, di şexsê Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder de hewl didin aştî û demokrasiyê krîmînalîze bikin.

WÊ LENET LI DADGERIYA BI FERMANA DESTHILATDARIYÊ TEVDIGERE BÊ ANÎN

Olûç peyama Onder ku got, 'rojên xweş wê bên' bi bîr xist û got, "Ti ji hevalên me serî netewandin. Her gavê bal kişandin ser dewamiya têkoşînê. Her yek ji wan bi sekna xwe nîşaneya rûmetê ne. Em ê xwedî li vê sekna wan a bi biryar derkevin."

Olûç anî ziman, wê têkoşîna xwe ya aştî, hiqûq û demokrasiyê ya li dijî bêhiqûqiyê hem li qada herêmî hem jî ya navneteweyî bidomînin û diyar kir, hesabê vê zilmê zû ya jî dereng ê were dayin. Olûç ragihand, biryarên vê dawiyê yên dadgehê rûreşî ne û got, "Çawa ku lenet li heyeta ku der barê Adnan Menderes da tê anîn, heyetên niha yên dadgehan jî wê bi heman rengî lenet li wan bê anîn."