Okatan: Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne

Koordînatora Weşanê ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan bi bîr xist ku bi çendan caran radyo hatiye girtin, xebatkarên wê hatine binçavkirin û girtin, lê ti carî bêdeng nebûye û got; “Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne.”

Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan, destnîşan kir ku wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne. Okatan a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku armanca vê êrîşa topyekun a li dijî gel astengkirina veguhestina rastiyan e û got; “Dixwazin gelê me mehkûmî medyaya alîgir bikin.” Okatan bi bîr xist ku bi çendan caran radyo hatiye girtin, avêtine ser buroya wê, xebatkarên wê hatine binçavkirin û girtin, lê ti carî bêdeng nebûye û got; “Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne.”

Okatan ragihand ku têkîldarî girtina malpera Ozgur Radyoyê ti teblîgat ji wan re nehatiye, serî li RTUK’ê dane, lê ti bersiv nestendine.

‘DIXWAZIN GEL MEHKÛMÎ MEDYAYA ALÎGIR BIKIN!’

Okatan destnîşan kir ku li ser çapemeniya azad êrîşek berfireh heye, wiha pê de çû; “Di vê pêvajoyê de desthilatdariya AKP/Qesrê di bin navê Rewşa Awarte de sepanînên xwe yên zextker girantir kirine. Hewl didin tevahî dengên mûxalîf bitepisînin. Helbet, me domahiya 14 salan sepanînên antîdemokratîk ên AKP’ê dîtin, lê qasî pêvajoya Rewşa Awarte maf û azadî nehatibûn taloqkirin. “ Okatan der bir ku yekane armanca van êrîşên li dijî çapemeniya mûxalîf ew e ku dixwazin gel xwe negihîne rastiyan, bal kişand ku li pişt vê êrîşê bandorek mezin a şerê Sûriyeyê heye. Okatan îşaret kir ku di hedefa şer de ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li dijî gelê Kurd hate destpêkirin, niha jî şoreşa Rojava heye, wiha pê de çû; “Dixwazin di pêvajoyek wisa de rastiyan binixumînin, nehêlin ku gel xwe bigihînin rastiyan. Hewl didin bi bêdengkirina çapemeniya mûxalîf, gel mehkûmî çapemeniya alîgir bike. Rêveçûn nebaş e. Mimkûn e ku mirov bibêje hem şerê li Sûriyeyê hem jî yê di nêv welat de wê geştir bibe.”

 ‘PÊWÎST E TEVAHÎ BEŞ XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVIN!’

Okatan destnîşan kir ku pêwîst e gel xwedî li mafê xwe yê agahîwergirtinê derkeve, diyar kir ku bertekên niha gelekî sînordar in û wiha axivî; “Em rojnamevantî, nûçegihantiyê dikin nakin, mijarek din e. Lê, li vir mijara esasî mafê agahîwergirtinê ye, nûçewergirtinê ye. Lewre jî pêwîst e welatiyên me li cem berxwedana dezgehên çapemeniyê yên ku dixwazin bêdeng bikin, cih bigirin, heta divê pêşengtiyê bikin.” Okatan bi bîr xist ku wek tevahî qenalên TV ên ku hatine girtin, Ozgur Radyo jî dengê Kurd, Elewî, Ermenî, Laz, Çerkez, jin, ciwan, karker, kedkar û tevahî bindestan e, lewre jî divê tevahî beş li her derê xwedî li deng, gotin, siberoja xwe derkevin.

‘WÊ RADYOYA OZGUR BÊDENG NEBE!’

Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan bi bîr xist ku bi çendan caran radyo hatiye girtin, avêtine ser buroya wê, xebatkarên wê hatine binçavkirin û girtin, lê ti carî bêdeng nebûye û got; “Em girtina radyoya xwe qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Me dest bi nobeta piştgiriyê kiriye û 24 saetan li vir in. Em ji bo piştgiriyê tevahî hunermend, siyasetmedar, sendîkayan dawet dikin.”

Okatan destnîşan kir ku Radyoya Ozgur 3 caran hatiye girtin, lê her cara ku hatiye vekirin jî dengê wê hê gûrtir derketiye, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Eger îro hatibe girtin jî wê radyoya me bêdeng nebe û dixwazî li ser înternetê an jî bi rêkek din wê hebûna xwe bidomîne. Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne.”