OGÎ’yê rapora meha Îlonê eşkere kir
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Îlonê eşkere kir.
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Îlonê eşkere kir.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Îlonê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi awayek nivîskî eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku şopandin û nivîsandina nûçeyên rûtîn ên rojane jî êdî dikin sûc û ji birîna darên li Rîzeyê bigire heta bavek ku nikare şal ji zarokê xwe re bikire û xwe bikuje dibin sedema sûc. Di raporê de hat gotin du nûçegihanên du nûçe çêkirine hatine destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
‘DIXWAZIN ROJNAMEGERIYÊ DORPÊÇ BIKIN’
OGÎ’yê di rapora xwe de bal kişand ser kirinên pêşnûmeya nû ya RTUK’ê ku wê bikeve meriyete û got: “Rojnamegeriy azad û muxalîf di bin dorpêçê de ne. Wê rojnamegeriya azad hin bêtir bê desteserkirin û dorpêçkirin. Dixwazin rojnamegeriya azad îlegalîze bikin.”
BÎLANÇO
Di rapora meha Îlonê ya OGÎ’yê de bîlanço wiha hate ragihandin; 173 rojnameger girtî, 4 rojnameger hatin destgîrkirin, rojanmegerek hate girtin, doz li rojnamegerekê hate vekirin, ji bo 4 rojnamegeran jî lêpirsin hate vekirin. Ji bo 5 rojnamegeran 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê, 27 hezar TL cezayê pere li 4 rojnamegeran hate birîn. 53 rojnameger ji peywirê hatin girtin û îstifa kirin. 11 rojnameger jî hatin berdan.
Di raporê de ji bo rojnamegerên girtî banga berdanê hate kirin û binpêkirinên mafan hate şermezar kirin.