'2017’an 58 nûçegihan hatin girtin'

Însîyatîva Nûçegihanên Azad rapora binpêkirina mafan a li ser çapemeniyê par ve kir.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad rapora binpêkirinên mafan a li ser çapemeniyê ya 2017'an weşand. ÎRA'yê diyar kir ku di sala 2017'an de 187 rojnameger hatin binçavkirin û 58 rojnameger hatin girtin. 165 rojnamegeran jî di girtîgehê de derbasî sala 2018'an bûn.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad bi daxuyaniyekê rapora binpêkirina mafê rojnamegeran û xeztên li ser saziyên çapemeniyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re par ve kir. Civîn li avahiya Nûneriya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê hat lidarxistin. Berdevkê Însiyatîfê Hakki Boltan, Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral û gelek rojnameger beşdar bûn. Civîn ji aliyê gelek rojnamgeran ve jî hat şopandin. Rojnamegeran dovîzên bi nivîsên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî yên "Em rojnameger in", "Ji rojnamegeran re azadî" û "Rojnamegerî ne sûc e" hildan. Balkêş bû ku derdora avahiya TGS'ê jî ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Beriya aşkerakirina raporê Nûnerê TGS'ê Mahmut Oral axivî û diyar kir ku ew îro malovaniyê li rojnamegeran  dikin û bang li desthilatdariyê kir ku dawî li pêkûtiyên ser rojnameger û saziyên çapemeniyê bîne.

Piştre rapor bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Rapora bi Tirkî rojnameger Omer Tur xwend û ya bi Kurdî jî Berdevkê Inîsiyatîfê Hakki Boltan xwend. Boltan da zanîn ku di sala 2017’an de ji aliyê azadiya çapemeniyê ve tabloyeke pir xerab û giran li pey xwe hişt û ev tişt got: "Welat bi ‘biryarnameyên di hukmê qanûnê’ de hat birêvebirin û Rewşa Awarte bû jiyana îdeolojîk a desthilatdariyê. Di bin van şert û mercên bi zext de herî zêde parazvanên mafên mirovan, ronakbîr, akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin, girtin, ji kar hatin dûrxistin, zext û zorên dijwar li ser wan kirin."

'ÇOYÊ DARAZÊ WEKÎ ŞÛRÊ DEMOKLES E'

Boltan destnîşan kir ku azadî xwe îfadekirina çapemeniyê ye û ev rêgezeke jê veneger a demokrasiyê ye û bi hawêra darazê ve tune hat hesibandin û wiha pêd e çû: "Temamiya salê zext û pêkutiyên li ser çapemeniyê kêm û sist nebû. Rojnamager ji ber nûçeyên xwe hatin binçavkirin, darizandin û girtin. Li ser çapemeniya muxalîf a ku di şibaka desthilatê de li bûyer û geşedanan nanêre; ‘çovê darazê’ weke şûrê demokles misêwa hate hejandin."

Boltan bal kişand ser Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (BHQ) û di vê der barê de ev tişt got: "Saziyên çapemeniyê hatin girtin, dest danîn ser mal û amûrên wan. Dîsa bi rêya van biryarnameyan gelek rojnameger ji karê xwe bûn. Rojnamager her roja Xwedê li eywanên edliyeyan bûn. Rojnamegerên ku di nava salê de hatin darizandin, hin ji wan bi bendîxaneyan hin ji wan jî bi dayîna pere hatin cezakirin."

'ROJNAMEGERÎ NE SÛC E'

Boltan aşkera kir ku li gel zext û dozan jî rojnamegeran bi gotina; “rojnamegerî ne sûc e” tu carî û tu demê ne hevalên xwe yên girtî û ne jî hevalên xwe yên tên darizandin bi tenê nehiştin û wiha got: "Ji bo serwerkirina azadiya çapemeniyê ku yek ji riknê demokrasiyê ye em hemû rêxistin, dam û dezgehên çapemeniyê û hemû rojnamegeran vedixwînin ku em di milê hev de tê bikoşin, em li gel hev bin û refên xwe xurt bikin da ku em hemû êrîşan pûç bikin."

Boltan diyar kir ku ew wekî Însiyatîfa Rojnamegerên Azad hêvî dikin ku di vê sala nû de tu rojnamegerek neyê binçavkirin, darizandin û girtin û ji hemû rojnamegeran re azadiyê xwest.

Boltan rapora daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a 2017’an wiha rêz kir:

* 187 rojnameger hatin binçavkirin. Pirtirê van rojnamegeran an di serdema şopandina nûçeyê de an jî bi boneya ‘îxbarek’ bi ser malên wan de girtin û ew binçav kirin.

* 58 rojnameger hatin girtin. Pirtirê wan rojnamegerên hatin girtin hêj girtî ne û tên darizandin. Di îdianameyên rojnamegeran de nûçe û wêne wek delîlê sûc tên nîşandin.

* 15 rojnameger serbest hatin berdan.

* 165 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.

* Der barê 189 rojnameger de doz vebûn.

* Li 81 rojnamegeran cezayê pere hat birîn. Li wan 81 rojnamegeran bi giştî 183 sal 4 meh û 18 roj cezayê girtîgehê û 333 hezar û 120 TL cezayê para birîn.

* Darizandina 373 rojnamegeran didome.

* 18 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de bi êrîşê re rû bi rû man.

* Rojnamegerek hate revandin û gefa kuştinê lê xwarin.

* Rojnamegerek dema nûçe dişopand bi çekê gef li wî xwarin.

* Rojnamegerek hat kuştin.

* 35 saziyên çap û weşanê yê rojnamegeriyê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanunê De (BHQ) hatin girtin.

* Mal û milkên saziyên çap û weşanê yên rojnamegeriyê ku di 2016’an de hatin girtin, ji aliyê saziya TMSF’ê ve hatin firotin.

* Kanalê 3 televizyonan ji TURKSAT’ê derxistin.

* Lîsansa 5 televîzyonan hat betalkirin.

* Xwegîhandina înternetê ya 37 saziyên çap û weşanê yên rojnamegeriyê hatin astengkirin.

* 5 rojnameger dersînor kirin.

* 25 rojnameger ji kar derxistin.

* 100 rojnameger karta wan a zer a rojnamegeriyê betal kirin.

Piştî aşkerekirina raporê civîn bi dawî bû.