ODP: Ji tezkereya şerê herêmî re got "Na"
ODP: Ji tezkereya şerê herêmî re got "Na"
ODP: Ji tezkereya şerê herêmî re got "Na"
Hevserokên Giştî yên Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Alper Taş û Bîlge Seçkîn Çetînkaya, nerazîbûn nîşanî tezkereya şer a ku hikûmetê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir, dan.
Hevserokan daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Ev tezkere, erêkirina barbariya emperyalîst a ku Rojhilata Navîn vediguherîne gola xwînê, ye. Tê wateya hîn bêtir bombeya Amerîka, hîn bêtir xwîn û mirin."
Hevserokên ODP'ê ragihandin ku tezkere wê kaosa çeteyî-mezhebî ya li Sûriyeyê sor bûye bîne Tirkiyeyê û gotin, "Ev tezkere, destwerdanek yekser li vîna gelê Kurd a li Rojava ye."
Taş û Çetînkaya, ji bo rawestandina êrîşkariya emperyalîst, çetekarî û plana şerê herêmî ya AKP'ê bang li her kesî kirin ku ji tezkereyê re bêjin "Na".