Ocalan: Me projeya xwe ya çareseriyê pêşkêşî hikûmetê kir

Ocalan: Me projeya xwe ya çareseriyê pêşkêşî hikûmetê kir

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmed Ocalan ku duh çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî diyar kir ku, birayê wî gotiye wî projeya çareseriya pirsirêka Kurd pêşkêşî hikûmetê kiriye û wiha got: "Birayê min got lingê herî girîng yê çareseriyê milê Qendîl û Ewropayê ye. Birayê min Abdullah Ocalan got, ev mirov li Qendîl û Ewropayê yê ne. Kesên rêxistinê birêve dibin li wirin. Ez nikarim bi rêya çûkan agahiyan ji wan re bişînim. Got li benda heyeta KCD'ê u BDP'ê ye. Got li ser navan niqaşan dimeşînin, lê pirsgirêk ne ya navê kesane. Her wiha li ser komkujiya Parîsê jî axivî û birayê xwe Mehmed re got; “Yê ez anîm vir wan 3 jinên Kurd qetilkirine."

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan duh li Îmraliyê bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê têkildarî naveroka hevdîtinê ji ajansa nûçeyan ya DÎHA’ê re vegot. Mehmed Ocalan diyar kir ku, li gel xizmên Şêxmûs Poyraz û Cûmali Karsû di 3 nokteyên lêgerînê re derbaz bûn. Mehmed Ocalan anî ziman ku, piştî derbasî hundir bûn 2-3 deqîqe şûnde Abdullah Ocalan ket hundir û wiha got: "Piştî me silav da hev em li ser masê rûniştin. Rewşa birayê bin baş xuya dikir. Birayê min ji rayedaran re got 'Çiqas dema me heye?" Got pêwîste saetek be, lê rayedaran got 45 deqîqe ye. Rêbertiyê berê pirsa li derve kir. Nêrina cemaweriyê ya di derbarê pêvajoyê de ji min pirsî. Min got, tu pêvajoyê ji me baştir dizanî. Got hindik be jî ez bi riya çapemeniyê geşedanan dişopînim, lê nêrîna gelê Kurd û Tirk a li hemberî pêvajoyê çiye. Min jî got ji sedî 70'ê yê cemaweriyê erênî li pêvajoyê dinêre. Nivîskar, siyasetedar jî erênî dinêrin. Wî jî got temam ez vê yekê dizanim."

'HER TIŞTÎ DI AVÊN SER MILÊ MIN EV NE RASTE'

Mehmed Ocalan anî ziman ku, birayê wî got 'Ez li vir girtiyekim û ez li vir nikarim di derbarê her tiştî de bibin çareserî. Ez bêjim ez dê wisa bikim û wiha bikim şaşe. Ez dikarim vê pêvajoyê bimeşînim. Lê divê hûn rastiyan ji derve re bêjin. Ez li vir bi îstîxbaratê re axivîm. Dibe ku mirovên bên vir samîmî bin. Ez wan sûcdar nakim. Lê her tişt ne ew in. Hêzên din hene. Ev hêz çiqas bi bandor û dikarin araste bikin. Çiqasî piştgiriyê didin pêvajoyê ez nizanim. Samîmî bin jî heta demekê dimeşe. Ger ku rast pêş bikeve tiştên ku ji destê min bê ez dê bikim. Lê derfetên min jî pir bi sînorin. Her tişt bi min naqede. Her tişt ne di destê min de ye. Her tiştî di avên ser milên min. Ev ne raste. Lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çi ji destê me bê em dê bikin, em dê rastiyan bêjin. Me bi rêya heyetê projeya em çi difikirin, em dikarin çi bikin, dê çawa çareser bibe me pêşkêşî hikûmetê kir. Hikûmet çi navî li vê yekê dike bila bike. Ev rêya çareseriyê ye. Ew dê vê daxwazên min yê çareseriya pirsgirêka kurd binirxînin. Ez dubare dibêjm ez li vir mehkumim. Derfetên min pir kêmin. Her tiştî ne avêjin ser milê min. Hûn her tiştî bi avêjin ser milê min ez dê nekarim.' û xwest her kes berpirsyariyê bide ser milê xwe."

'PÊVAJO JI ALIYÊ ME VE NAXETIME'

Mehmed Ocalan da zanîn ku, birayê wî Ocalan diyar kiriye ku 2 piyên çareseriyê heye û yek jê Qendîl û yek jî Ewropaye. Mehmed Ocalan axaftinên birayê xwe Ocalan wiha vegot: "Mirov li wirin. Kesên rêxistinê birêve dibin li Qendîl û Ewropayê ne. Ez li vir nikarim bi rêya çûkan agahiyê ji wan re bişînim Min berê jî gotibû divê Hevserokên KCD'ê û BDP'ê bên. Ger ku ew neyên jî dikarin heyetek din bişînin. Ji bilî BDP'ê heyeta kesên din di nav de hene jî dikarin bên. Ew qas navê kesan ne girîngin. Pirsgirêk bi navê kesan çareser nabe. Bila bên em dê li ser rê û rêbazên çareseriyê biaxivin. Pêvajo ji aliyê me ve nayê xetimandin. Heta niha kes nehat. Tenê Ahmet û Ayla 40 roj berê hatin. Perçeyekî çaresekiyê Qendil û yek jî Ewropa ye. Perçeyê herî mezin jî gel bi xwe ye. Gelê Kurd û Tirk bi xwe ye. Gelê Kurd û Tirk çi dibêjin. Ev ne pirsgirêka 30-40 salane. Pirsgirêka 100-200 salane. Ger ku dixwazin pirsgirêkê çereser bikin bila heyetê bişînin em bi heyetê re niqaş bikin. Divê gel, Qendil, Ewropayê nêrînê xwe bînin ziman. Ez dubare dibêjim ji bo ez fikrê we bêjim ez nikarim bi riya çûkan raman û pêşniyarên xwe ji wan re bêjim. Ez nikarim bi riya çûkan agahiyê bişînim Qendîlê. Divê bi lezgîn heyetek bê. Ez bi wan bişêwirim. Me projeya xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd da hikûmetê. Pêvajo ji aliyê me ve naxetime. Ger ku pêvajo bixetime dê gelê Kurd û Tirk zerarê bibîne. Her kes dê zerarê bibîne. Ji bo vê yekê divê her kes hişyar nêzîk bibe."

'KESÊN EZ ANÎM VIR Û KESÊN 3 JINÊN KURD QETIL KIRIN YEKIN'

Mehmed Ocalan destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser qetilkirina 3 jinên Kurd û got: "Li Parisê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Ev komkujî ye. Niha wekî ku kesek ev komkujî pêk anîbin nîşan dan. Dibêjin ji Sîwasê ye. Nav lê dikin nasnameya wî diyar dikin. Lê kî çi navî lê dike bila bike. Divê gelê me baş zanibe ku ev ji aliyê Gladio û NATO ve pêk hatiye. Bila her kes bi zanibe ku kê ez anîm vir wan ev komkujî pêk aniye. Ev kes berê 10 caran hatiye Tirkiye û Enqereyê. Ev kes bi kêre hatiye cem hev. Peywira wî çi bû. Kê plan û projeyên wî amade kirine. Divê her tişt bên ronîkirin û lêpirsîn berfireh bibe. Ev komkujiyek pir mezine. Em vê yekê ji hikûmet û dewletê dixwazin. Kê plana vê projeyê kir divê dewlet û hikûmet vê yekê ronî bikin."

'BILA GELÊ ME YÊ SÛRÎ HIŞYAR TEV BIGERIN'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmed Ocalan rewşa gelê Sûriyeyê jî nirxand û xwest gelê Rojava hişyar tev bigerin. Ocalan da zanîn ku, li wir kurd, tirkmen, ereb, suryanî û ermenî hene û wiha berdewam kir: "Ez ji hemû gelê wir re dibêjim bila li xwe baldar û hişyar bin. Ez dibêjim bila keda xwe û xwe biparêzin. Ez serhildana gelê Sûriyeyê bi hurmet û rêzdar silav dikim. Ez silav û hurmetê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê  re jî dişînim. Ez hemû gelê me yê di 15'ê Sibatê de li her derê daketin qadan jî silav dikim û hurmetê xwe pêşkêş dikim. Ez ji malbata Şahin Oner ê li Amedê hate qetilkirin re seraxiyê dixwazim."

'WIR NE GUL Û GULÎSTANE'

Mehmed Ocalan li ser girîngiya heyet û çûna parêzeran rawestiya û wiha got: "Pirsgirêka Kurd girane. Ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe. Divê parêzer biçin. Ev pirsgirêk çiqas siyasî be ew qas jî hiqûqî ye. Ger ku Mehmed Ocalan biçe wir zêde piştgiriyê nade pêvajoyê. Ji bo vê yekê jî divê heyet û parêzer biçin. Wir ne gul û gulîstane. Medya pir mezin dide nîşandan û berovajî pêşkêş dike. Ev ne raste. "