Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan bang kir

Hate ragihandin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan banga fedakariyê kir.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê di 12'ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamyayê re qala hevdîtinê kir.

Mehmet Ocalan diyar kir ku ji sala 2016'an ve sê caran karîbûna biçin Îmraliyê û anî ziman, hevdîtina ku di roja duyemîn a cejnê de pêk hat nêzî saetekê dom kir.

Mehmet Ocalan diyar kir ku divê malbat ne tenê ji cejnê heta cejnê, her ji 2 hefteya carekê destûr bide malbat biçin Îmraliyê û bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin û wiha got: "Mafê me yê hevdîtinê ji destê me tê girtin. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi sînor be jî hin maf hatin naskirin. Sala 2019'an salek ku neyê ji bîr kirine. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî ketin grevê û di çalakiyên grevê de 9 ciwanan li girtîgehê ji yana xwe ji dest dan.

LÊGERÎNA TAZÎ

Mehmet Ocalan anî ziman ku ziyareta li Îmraliyê saet di 13.00’an de li salonek biçûk pêk hat û wiha axivî: “Em di 2 lêgerînan re derbas kirin. Lêgerînên ku hatin kirin nayên qebûlkirin. Li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em di lêgerîna tazî re derbas kirin. Em mirov in û ev hevdîtin mafê me yê zagonî ye. Ez 68 salî me û ez di lêgerîna tazî re derbas kirim. 20 salin ez di vê rêyê de diçim û têm. Min baş nas dikin. Em rastî lêgerînek pir qirêj hatin. Ev lêgerîn nayê qebûlkirin."

‘EZ NE LI BENDA WE BÛM'

Mehmet Ocalan, qala kêliyên hevdîtina bi birayê xwe Ocalan re jî kir û wiha lê zêde kir: “Di her hevdîtinê de min li derî dinerî. Vê carê xwestin ez berê xwe biguherim. Dema Serok hat ez li wî zîvirîm û me destê xwe da hev. Ji min re got 'Ez ne li benda we bûm' Wekî ku em tesadufî hatibin. Min got parêzeran gotiye hûn dikarin di roja duyemîn a cejnê de biçin ziyaretê. Ocalan ji min rojeva welat pirsî. Min got 3 rojev hene. Mijara Sereke mijara Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Mijara duyemîn Operasyona Pençe ye, ya sêyemîn ji pirsgirekên li saziyan in. Dîsa zextên li ser gel in. Min got gel tenduristiya te meraq dike. Wî jî got 'Tu min dibîne.' û bersîv da min."

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE

Mehmet Ocalan, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt anîne ziman: “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hevde dijîn wê zerar bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêk were. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriye ew jî nabe çareserî ye. Ya rastî ewe ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîne. Ez 20 salan li Sûriye mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrê ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin."

OPERASYONA ‘PENÇE’ Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Mehmet Ocalan anî ziman ku Ocalan bal kişandiye ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevger şer e. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe."

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan li ser yekîtiya gelê Kurd jî diyar kiriye ku pir girîngiyê dide vê mijarê û wiha gotiye: "Tirkiye bêyî herêma Federe ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî herêma Federe ya Kurdistanê tevger wê pir zor be. Ev tevger wê darbeyekê li yekîtiya gelê Kurd bixe. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be."

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan ji bo HDP'ê jî peyam şandiye û gotiye: “60 wekîlê wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin. Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min dê kolan paqij kiribûna, divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin."