Ocalan: Em ketine pêngava duyemîn
Ocalan: Em ketine pêngava duyemîn
Ocalan: Em ketine pêngava duyemîn
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi heyeta BDP’ê re hevdîtin pêk anî, destnîşan kir ku derbasî pêngava duyemîn ya pêvajoya çareseriyê bûne û wiha got: “Ez ligel ku hinek hêz dixwazin pêvajoyê asteng bikin jî, bi biryarim pêvajoyê pêşve bibim. Ji bo pêşveçûna pêngava duyemîn me pêşniyarên xwe peşkêşî dewletê kirine. Ez hêvîdarim dewlet vê rast binirxîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi 7’emîn heyeta BDP’ê ya ku di nav de hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û wekîla seroka Koma BDP’ê Pervîn Bulan jî hebûn hevdîtin pêk anî.
Navenda Giştî ya BDP’ê piştî civîna ku Ocalan bi Heyeta BDP’ê re pêk anîn, peyama şandibû, ji rayagiştî re hat ragihandin.
Peyama Ocalan wiha ye;
“Destpêkê ez her kesî silav dikim û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Pêvajoya em tê de ne didome.
Em niha ketine pêngava duyemîn. Me pêşniyarên xwe bi awayekî nivîsî pêşkêşî dewletê kirine.
Ez bi şexsê xwe dixwazim her pêngava pêvajoyê bi awayekî zelal bê meşandin. Ez hêvîdarim dewlet di vê pêngavê de vê pêşniyara me rast binirxîne û encamên rast bidest bixe.
Em meseleyeke ya 100 salan e. Hincetên dîrokî û aborî yên meseleyê hene. Divê her kes cidî nêzî vê bibe.
Pêşniyarên me kirine, encama xebateke ku berjewendiya ji sedî 90’ê gelên Tirkiyeyê temsîl dike ye.
Ligel astengkirina hin hêzan ez bi biryarim ku pêvajoyê pêşve bibim. Em bawerim em dê bi ser bikevin. Ger derfetên min hebûya, minê her hefte rayagiştî agahdar bikira.
Nîqaşên pêngava duyemîn êdî destpê kirine. Her kesî li alî aştiyê divê xwe tevli van nîqaşan bikin. Di vê çarçoveyê de her kesî careke din silav dikim.”