Ocalan: Eger çareserî nebe wê welat bikeve nava şerekî navxweyî

Armanca me ji vê nivîsê ne ew e ku em pêşdîtinên Ocalan bînin bîra xwe. Pêwîstî bi wê heye ku rastiya şer a bi 24'ê Tîrmeha 2015'an re kûr bû, ji çavên wî bê dîtin û xwendin.

"AKP Ergenekona xwe ava dike. Divê bê fêhmkirin. AKP lobiya xwe ya kûr ava dike. Ev yek lobiya şer e. Ev lobiyên şerê taybet li hundir jî li derve jî di nava burokrasiyê, dadgeriyê, artêşê û li her cihî hene û destekê dibînin. Eger lobiyên şerê taybet derkevin holê wê AKP nikaribe li ber wan bisekine. Ji niha ve balê dikişînim ser vê metirsiyê."

**

"Min li vê derê hemû tecrûbeyên cîhanê, rê û rêbazên afirandina aştiyê lêkolîn kir û di encama vî karê xwe de min nêrînên xwe yên li ser mijara 'Li welatê me aştî çawa dikare bê afirandin?' nivîsand, diyar kir û di vî warî de min hewl da. Lê belê ev hewldanên me nehatin dîtin. Mixabin ji nedîtî ve hatin. Tê gotin ku çil, pêncî hezar mirov mirine, ji her du aliyan çil, pêncî hezar mirov mirin. Gelo çiqasî encam ji van hate derxistin? Bi gotina 'terorê' ev yek nikare bê vegotin. Hûn nikarin mirovan bi gotinên wiha bixapînin. Li cihekî ku pêncî hezar mirov lê miribe 'teror' nîne, şer heye. Li welatên din eger ewqas kes bimirin wê alî li dora maseyê rûnên, biaxivin û li ser rêyên çareseriyê nîqaş bikin. Min ne got ku divê illehî bi min re biaxivin. Min navnîşan û rêbazên cuda nîşan da, tespît kir. Lê ev ji nedîtî ve hatin."

**

"Qala şerekî di asta navîn de tê kirin. Metirsiyeke wiha ya vê yekê heye: eger şerekî wiha biqewime, ev yek wê tenê li çiyê nemîne, wê bandoreke mezin li bajaran jî bike. Serhildanên li bajaran dibe ku veguhere raperînên li nava bajaran. Li her bajarî dibe ku komkujiyên mezin jî rû bidin. Pêwîste gelê me bi vê zanibe û ji vê re amade be. Dibe ku şîdeteke mezin a ku xwe ji şer xwedî dike bê kirin. Ji ber vê şîdetê gelek ciwan, jin, zarok û mirovên ji gelê me bên kuştin. Dibe ku dewlet hê bi tundî û bê rehm êrîşî Kurdan bike. Girîng e her kes tedbîrên xwe bigirin. Bila ji bo min tiştekî nekin, çi dikin bila ji bo xwe bikin. Qirkirina li ser gelê me weke gef û metirsiyekê heye. Lewma çi dikin divê ji bo xwe bikin. Rewşa min a li vir divê nekin hincet. Çi dikin bila ji bo rûmeta xwe, çarenûsa xwe û mafên xwe bikin."

**

"Ez dubare dikim; eger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rê û rêbazên demokratîk neyên peydakirin, wê lobiyên şerê taybet bikevin dewrê, wê têkiliyê bi yên derve re deynin, serdema komployan wê dest pê bike, Şoreşa Kurdistanê wê kûrtir bibe, şerê navxweyî wê rû bide û her kes wê ji vê winda bike. Tercîha min ev nîne. Tercîha min kûrkirina Şoreşa Kurdistanê, yanî tercîha şer, şerê navxweyî nîne. Min çareseriya pirsgirêkê ya li ser zemînê demokratîk a bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk esas girt. Tercîha min ev e."

***

Nirxandinên dîrokî yên li jorê hatin nivîsandin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

Ev gotin beriya niha bi 9 salan hatine gotin. Bêguman dema ku got, 'Wê AKP sibê lobiya şer ava bike' kesî fêhm nekir bê mebesta xwe çi ye. Em encama vê yekê îro bi hilweşandinê dibînin.

Armanca me ji vê nivîsê ne ew e ku em pêşdîtinên Ocalan bînin bîra xwe. Pêwîstî bi wê heye ku rastiya şer a bi 24'ê Tîrmeha 2015'an re kûr bû, ji çavên wî bê dîtin û xwendin. Bi nirxandinên xwe nîşanî me dide bê serdema heyî çawa tê, me hişyar dike û dibe ku nîşanî me dide bê em çawa nabihîzin.

Ocalan yek ji wan kesan e ku di asta gerdûnî de gelekî baş bi aştiyê zane û nirxê wê fêhm kiriye. Ji ber ku emrê xwe daye vê yekê. Lê hîn jî tecrîdeke li derveyî mirovahiyê li ser wî hatiye ferzkirin. Ji bo Ocalan aştî ji şer mezintir e,  çalakiyeke exlaqî û siyasî ye. Lewma sala sala 1999'an got, 'Yên ku bi xurtî şer dikin, dikarin bi xurtî aştiyê jî biafirînin. Yên ku di aştiyê de qisûrê dikin, wê nikaribim şer jî fêhm bikin. Pêwîste her du alî jî zanibin ku wezîfeyeke pîroz e ku her dilopeke xwînê veguherînin aştiyê. Ji aştiyeke ku xwe dispêre azadiyê hêjatir tiştek nîne."

Ocalan yek ji wan kesan e ku felsefeya qanûnan gelekî baş zane.

Sala 2004'an got, "Ez naxwazim careke din serî li çekê bidim. Dibêjim ku bila li ser navê min kesek nemire. Hişyariyê didim; dibe ku sibê qiyamet rabe'. Û piştî ku wiha got, li Rojhilata Navîn qiyamet rabû û her dijwar dibe.

Ocalan aştiyê weke rêya herî bi bandor dibîne, lewma derfeta herî biçûk jî nirxand. Lewma timî rê û rêbazên nû afirand, nivîsand û destnîşan kir. Hikumet timî hişyar kir.

Bi taybetî gelek caran bang li Erdogan kir. Mesela di hevdîtineke sala 2004'an de wiha got: "Bêjin; Tayyîp beg vaye hûn rewşa Filîstîn û Îsraîlê dibînin. Eger şeş sal in şer naqewime, ev yek ji ber nêzîkatiya me ya bi berpirsyarî ye. Ji ber hurmeta me ya li welatê me ye. Min ne ji tirsê ev kir. Ji bo efû mefûyê jî min ev yek nekir. Em hurmetê nîşanî welatê xwe didin. Ji bo xatirê wê yekê yek ku rojên xweş bînin vî welatî. Ji bo demokrasiyeke hevgirtî, ji bo mafên mirovan û ji bo mafên çandî yên Kurdan ez ê heta dawiyê biparêzim. Ji wan re bêjin, bila mehekê baş binirxînin. Me ewqasî fedakarî kir. Eger diyalog bibe, meşa demokratîk watedar bibe, ev xeterî dikare ji holê were rakirin. Nebe wê şer rû bide."

Em nirxandineke wî ya sala 2010'an bînin bîra xwe:

"Divê Serokkomar van baş bibîne. Eger di çareseriyê de ji dil in, eger cidî ne, pêwîste vê wextê baş binirxînin. Na, hûn dibêjin 'em ê tasfiyeyê, tinekirinê ferz bikin' zanibin ku PKK baş pê zane bê xwe çawa biparêze û dikare vî şerî demeke dirêj bidomîne. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê hûn dest bi rêbaza diyalogê bikin. Tenê cidî bin. Eger dixwazin ez bi rola xwe rabim, divê van şert û mercan biguherînn. Di nava şert û mercên esaretê de nikarim tiştekî bikim."

Wiha dewam kir: "Tevî van şert û mercên giran jî me hewl dan aştiyê bînin. Ji bo vê me hewl dan. Lê belê nebû, ne xwest vê bi ser bixînin, lê me nekarîbû. Ji ber ku em destpêka sala 2010'an e dixwazim vê mijarê binirxînim. Ya rast, kar û hewldanên li ser rêya aştiyê diviyabû bihatina kirin, eşkere bûn. Gelekî hêsan bûn. Dîsa dibêjim; rondikên çavan bi du gotinan dikarin nema bibarin: Hevdîtinên Aştiyê. Xizmên windayan dikarin van her du gotinan bilêv bikin û çareseriya pirsgirêkê li ser hikumetê ferz bikin. Rawestandina barîna rondikan ewqasî hêsan e. Bi wesîleya sala 2010'an careke din bang li Serokkkomar, Serokwezîr, Serokê Fermandariya Giştî, Emniyetê û Îstîxbaratê dikim. Ji bo aştiyê bila her kes bi erk û wezîfeya xwe rabe. Ev yek şertê dewletbûnê ye, şertê cidiyeta dewletê ye. Çareserkirina vê pirsgirêkê gelekî zehmet nîne. Di vê mijarê de me nêrînên xwe bi vekirî eşkere kir. Ne zehmet e ku ev gav werin avêtin. Lê mixabin hewldanên me nehatin dîtin."

Weke ku tê dîtin, Ocalan dibêje ku bersiv ji hewldanên wî re nehatiye dayin û wateya vê yekê jî di lîteratûra wî de biryara li ser kûrkirina şer e. Dewletê bi şîdetê bersiv da her gava ji bo aştiyê hate avêtin û gavên ji bo aştiyê jî weke 'paşvegavavêtin, tirs û bêçaretî' hatin dîtin. Ji ber ku rewş bi vî rengî bû pêşketinek jî nebû. Bêcidiyetî beriya her tiştî di vir ve bû. Ya ku hewl dida vebêje, ev bû.

Em li 24'ê Tîrmehê vegerin.

Tayyîp Erdogan û AKP'ê 'pêvajoya çareseriyê' betal kirin, Mutabaqata Dolmabahçeyê ya dîrokî red kirin û 24'ê Tîrmehê li dijî Kurdan şer ragihandin. Di ser vî şerî re 3 sal derbas bûn. Pêvajoya şer ku ji bo tepisandina daxwazên demokratîk ên Kurdan û beralîkirina Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd dest pê kir, veguherî darbeyeke leşkerî li dijî desthilatdariya siyasî ku guh nedida hişyariyên Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Çareserî hate înkarkirin. Hikumetê bi gotina 'dengê me zêde nake' maseya diyalog û danûstandinê ya li Îmraliyê qeliband û her tiştî ji wir dest pê kir. Di pêvajoya diyalogê de ku bi hewldanên bêhempa yên Ocalan bi deklarasyona Newroza 2013'an dest pê kir, 3 salan kes nemir. Di pêvajoya diyalogê de, 28'ê Sibata 2015'an bi daxuyaniya hevpar a heyeta Îmraliyê û heyeta dewletê re, Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew gihîştine wê astê ku li Tirkiyeyê êdî çek ji dewrê derkevin. Lê belê ev hewldan ji aliyê Serokkomar Erdogan û hikumetê ve hate înkarkirin û maseya çareseriyê hate qelibandin. Di dema hevdîtinan de tevî ku ji bo çareseriyê gaveke şênber nehate avêtin, Serokkkomar Erdogan bi gotina 'di wê metnê de banga ji bo demokrasiyê nîne' rexne kir, mutabaqat ji nedîtî ve hat, şaş dît û bi vî rengî pêvajoya şer da destpêkirin.

Ji ber ku dewletê xwe neda ber danûstandinan û pêşnûmeya ji 10 xalan a hate eşkerekirin red kir, di hevdîtina dawî ya Îmraliyê de roja 5'ê Nîsana 2014'an Ocalan ji heyeta HDP'ê re ev hişyarî da: "Dibe ku ev yek cara dawî ya hatina we be. Dibe ku hûn nikaribin careke din bên vê derê. Ew ne cidî ne ku karibin diyalogê bikin." Ev yek ne hişyariya destpêkê bû ku Ocalan di mijara polîtîkayên neçareseriyê de dida hikumetê.

Ocalan rojek piştî eşkerekirina metna mutabaqata dîrokî, yanî 27'ê Sibatê di hevdîtinê de got, "Eger AKP bixwaze otorîter bibe wê xwe biqedîne. Eger AKP ne heqîqî be wê vê carê şerê heqîqî yê gerîla dest pê bike. Eger bêje peyman nîne, çareserî nîne, aştî nîne û faşîzmê ferz bike, wê şer dest pê bike." Bi vê nirxandinê işaret bi bûyerên gengaz ên biqewime kir. Ocalan di hevdîtinan de timî digot, "Eger demokratîkbûn nebe, wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê." Ev hişyariyên Ocalan ku hikumetê guh nedayê, yek bi yek pêk hatin.

Herî dawî, "mekanîka darbeyê" ku Ocalan işaret pê kir, şeva 15'ê Tîrmehê xwe nîşan da û ev yek veguherî hewldaneke darbeyê. Ji xwe derkete holê ku di civîna MGK'ê ya Cotmeha 2014'an de biryar hatibû dayin ku diyaloga bi Ocalan re bê qedandin, tecrîd bê şidandin û şer bê destpêkirin.

Sala 2015'an li Tirkiyeyê 3 komkujiyên mezin, 2 hilbijartinên giştî, hewldaneke mzin a ji bo aştiyê rû dan, lê ji ber ku hikumetê mase qeliband, şerekî mezin ê ku dawiya wê nediyar e dest pê kir.

Di 3 mehên destpêkê yên sala 2015'an de ku hevdîtinên ji bo çareseriyê zêde bûn, bi deklarasyona 28'ê Sibatê re mizgîniya aştiyê hate dayin. Lê di heman demê de AKP'ê bi nirxandina "Paketa Ewlekariya Navxweyî" re amadekarî ji şer kir.

Encama herî girîng a şerê li dijî Kurdan û têkiliyên têkçûyî yên polîtîkaya derve, şeva 15'ê Tîrmehê veguherî hewldaneke darbeyê. Mîna ku Ocalan bal dikişand ser, mekanîka darbeyêkete dewrê.

Yê ku destpêkê darbe û hewldanên mîna wê dît Ocalan bû û wî hişyarî da.

Bi rengekî vekirî got: "Çareserî nebe wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê."

Guh nedan vê yekê. Di ser re rabûn polemîk li ser vê gotinê kirin.

Hikumet dibêje ku şer bi êrîşên hewayî yên 24'ê Tîrmehê re dest pê kir. Lê bûyerên ku beriya 24'ê Tîrmehê qewimîn vê îdîayê pûç dikin. Bi bomberdûmana 30'ê Hezîranê re ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, biryara şer xistibûn meriyetê. Bi vê bomberdûmanê re agirbesta ku li gle hemû provokasyonan jî dewam dikir, hate bombekirin.

KCK'ê daxuyaniyek da û got, "24'ê Tîrmehê wê weke şaşitiya herî mezin a AKP'ê di rûpelên dîrokê de cih bigire."

Girîng e ku em hinekî din jî balê bikişînin ser nêrîn/pêşdîtinên Ocalan ên li ser 24'ê Tîrmehê û konsepta şer a piştî wê kete dewreyê.

Tiştek heye ku Ocalan ji bo wê dibêje 'min gelekî baş fêhm kiriye'. Ew tişt jî ev e; Fenomena Tirk ne dikare bi navê xwe şer bike, ne jî aştiyê pêk bîne. Rola ku modernîteya kapîtalîst daye wan, ji bo zext û talankirina gelên Rojhilata Navîn, ku gelê Tirk jî di nav de ye, jendermetî, nobedarî û gardiyanî ye.

Ocalan ji bo kesên ku şer kûr kir got, 'cilbuhên li nava pîsiyê û paşmêrk'. Digot ku divê hay ji van hebe. Yanî ew nûnerên sîstemekê ne ku di nava civakê û li derveyî civakê timî xwe ji şer xwedî dikin. Pêwîste 24'ê Tîrmeha 2015'an ji vî alî ve jî bê dîtin.

Tevî şer û dijberiya aştiyê ku timî tê ferzkirin, Ocalan bê hêvî nîne. Çareseriya wî hêsan e. Dibêje, "Divê em li dora xewn û xeyalên xwe yên azadiyê bicivin û li dijî îstîsmar û desthilatdariyê li her cihî derfetên berxwedana watedar û hêzên edaletê ava bikn."

Yek ji hişyariyên wî yên dawî jî wiha ye:

"Gelekî girîng e ku di destpêka sedsala 21'ê de aştiyeke bi rûmet a Kurdan bê afirandin. Taloqkirina ji bo demeke dirêj û bikaranîna rêbazên rizandinê, dikare ji şerê Îsraîl-Ereb û şerê Îran-Iraqê dijwartir û berfirehtir li herêmê rê li be şer veke."