Ocalan: Bersiva heyetê dikare pêvajoyê zelal bike

Ocalan: Bersiva heyetê dikare pêvajoyê zelal bike

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muzakareyan 3 şert gihandine dewletê û li benda bersivê ye. Ocalan berxwedana Rojava jî silav kir û ji hemû gelên Rojava xwest ku pergala xweseriyê xurtir bikin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ji DÎHA'yê re axivî. Mehmet Ocalan got ku, birayê wî di hevdîtinê de pêvajo û rewşa Rojava nirxand û anî ziman ku wî bi heyeta dewletê re hevdîtinek fireh pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê naveroka hevdîitnê de jî wiha axiviye: "Min ji heyetê re got ku, divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê amade bikin. Min ji bo muzakreyan 3 şert gihandin wan. Niha li benda bersivê me. Dibe ku heyet di nava demeke kin de were. Em bi xwe ji bo muzakereyan amade ne. Ji aliyê me ti pirsgirêk nîne. Em xwe aliyekî pirsgirêkê ne. Pirsgirêka kurd bi hewldanên yekalî çareser nabe."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku eger dewlet û hukumet gavên pêwist biavêje, wê pêvajo pêş bikeve û wiha got: "Pêvajo di noxteyeke pir hesas de ye. Ez bi xwe ne zêde bi hêvî û ne jî bê hêvî me. Bersiva ku heyet bîne, wê aqûbeta pêvajoyê diyar bike." Ocalan qala pêvajoya salekî kir û wiha dewam kir: "Rayedarên hukumet û çapemeniya tirk der barê rawestîna vekişîna gerîla de rast neaxivin. Vekişîn çima rawestiye? Ev mijareke hesas e. Me wê demê ji dewletê xwest ku, bingeha qanûnî amade bike. Me got, eger qanûn amade bikî, wê gerîla karibe di nava 2 mehan de derkeve. Lê belê dewlet û hikumet wisa nekir. Ji ber pêwistiya xwe bi cih neanî, vekişîn rawestiya. Lewma divê çarçoveya qanûnî amade bibe. Ji ber ku çarçoveya qanûnî amade nekir, pêvajo wisa didome."

Ocalan li ser pêvajoya hilbijartinên herêmî jî wiha got: Divê di hilbijartinên herêmî de pergala hevserokatî esas bigirin. Qala kêmbûna kadroyan dike. Ji bo şaredariya navçeyekî 8-10 kes dibin namzed, lê belê ji bo rêveberiya navçeya mirovan nabînin. Ev nakokiyeke mezine. Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe, eger mumkun be, li hemû deveran akademiyên siyasetê bên avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedan û helwesta gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir û ji hemû pêkhateyan xwest ku pergala xweseriyê xurtir bikin. Mehmet Ocalan anî ziman ku, birayê wî serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ya Tirkiyê jî nirxandiye, lê belê derbarê naveroka nirxandinê de ti agahî nedan.

Mehmet Ocalan got ku, Ocalan tevahiya raya giştî silav kir û banga alîkariya siyaseta demokratîk li hemû welatiyan kir.