NY: YPG û QSD'ê ti binpêkirin li Bakurê Sûrî nekirine
Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî, rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan li Sûrî eşkere kir û got, "YPG û QSD'ê ti binpêkirin nekirine."
Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî, rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan li Sûrî eşkere kir û got, "YPG û QSD'ê ti binpêkirin nekirine."
Di serî de dewleta Tirk û ENKS bi salane ji bo reşkirina YPG li qada navneteweyî ya ji destê wan hat kirin.
Rapora Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) ku duh hat eşkerekirin, bersiv da îdîa û hewldanên reşkirina YPG..
Xalên di raporê de cih girine ev in:
"Li herêma Minbic û Bendava Tişrîn rêxistina DAIŞ'ê gelek bombe bicih kirin. Hêzên QSD jî, ji bo ewlekariya û parastina jiyana mirovan tedbîr wergirtin. Di nava demeke kurt piştî misogerkirina ewlehiyê gavê pêwîst ji bo vegera sivîlan hatin avêtin."
Li ser îdîa û tewanbariyên ku dibêjin YPG "Herêmê ji Ereban paqij dike" jî Konseya Mafên Mirovan ev bersiv da:
"Di encama lêkolînên me de, em rastî ti delîlan nehatin ku YPG û QSD welatiyên herêmê ji cih û warên wan dike. Di heman demê de me ti delîl nedît ku destnîşan bike YPG wê demografiya herêmê bighere. Wek encamê YPG mafê ti koman binpê nekiriye."