Civîna 35. a Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cinêvê dest pê kir. Di axaftina destpêkê de Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad Al Husseîn bal kişande ser pirsa Israîl-Filîstînê û ji her du aliyan xwest ku dawî lê êşan bînin.
Al Husseîn diyar kir, hê jî li gelek dewletên dinyayê mirov bi rengekî bê daraz têne înfazkirin, rastî li kirinên dijî mirovî tên.
‘HEWLDANA ME YA JI BA BAŞÛRÊROJHILAT ASTENG DIKIN’
Al Husserîn li ser helwesta Tirkiyê ya ji bo Bakurê Kurdistanê jî wiha got: ‘’Ji axaftina min a li vir a Îlona 2016’an heta niha mixabin ku em gavekê jî bi pêş de neçûne. Bi xemgînî divê diyar bikim ku ti guherîn çênebûne. Tirkiye tim hewldana me ya lêpirsînê ya binpêkirina mafê mirovan a giran a li Başûrêrojhilat ê Tirkiyê red dike. Û her roj li Tirkiyê hejmara mirovên ku li bendê ne bi rengekî dadmend werin darizandin zêdetir dibin û her ku hejmar zêde dibe, mirov nikare xeyal bike ku di vê mijarê de darizandineke dadmend çêbibe.’’
CIVÎNA TAYBET A LI SER TIRKIYÊ
Civînên Mafê Mirovan wê 3 heftiyan bidome û bi berfirehî li ser pirsgirêka Tirkiyê were rawestandin. Di civîna heftiya duyemîn de wê rapora Raportorê Taybet ê NY yê Azadiya Ramanê û Derbirînê were xwendin û bi rojeva taybet a pirsgirêka Tirkiyê wê binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê were gotûbêjkirin.