NY: Tirkiye demografiya herêmên Kurdan diguherîne

Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin, bi veguherîna bajaran a li herêmên Kurdan ên Tirkiyeyê re, rewşa etnîkî, civakî, çandî û demografîk tê guhertin.

Rapora ji aliyê raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî Annalîsa Cîampî û Koûmboû Boly Barry ve hate amadekirin, pêşkêşî Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin. Di raporê de hat gotin, hilweşandina herêmên Kurdan ji sala 2015'an û vir ve dewam dike û bi rewşa etnîkî, civakî û demografîk a vê herêmê tê lîstin.

Di Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, rexneyên li Tirkiyeyê tên kirin dewam dikin. Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Annalîs Cîampî û Koûmboû Boly Barry diyar kirin, li Tirkiyeyê gef li mafê kombûn û rêxistinbûnê tê xwarin û hişyarî dan hikumeta AKP'ê.

Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a Konseya Bilind a Mafên Mirovan, ku duh danê sibehê li buroya NY a li Cenevreyê dest pê kir, bi nîqaşên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li welatan, qediya.

Di beşa dawî ya rûniştinê de Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Annalîsa Cîampî û Koûmboû Boly Barry rapora xwe ya li ser binpêkirina mafê kombûna aştiyane û rêxistinbûnê yên li welatan, eşkere kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku li gelek welatan mafên kombûnê û rêxistinbûnê tên binpêkirin û bal hate kişandin ser Tirkiyeyê.

'XETERÎ LI SER MAFÊ KOMBÛN Û RÊXISTINBÛNA LI TIRKIYEYÊ HEYE'

Di raporê de hat ragihandin, li Tirkiyeyê xeteriyeke mezin li ser mafê kombûn û rêxistinbûnê heye û hat gotin, "Parêzvanên mafên mirovan, siyasetvan û mirovên bi rengekî qanûnî ji bo mafên xwe dadikevin kolanan, zexteke mezin li wan tê kirin."

Di dewama raporê de hat destnîşankirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di bin navê têkoşîna li dijî 'terorê' de pêşî li gelek maf û azadiyê hatiye girtin. Raporê wiha dewam kir: "Li welêt, gelek organên weşan û çapemeniyê ku di warê krîtîk de wezîfe dikirin, hatin girtin. Gelek rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyên civaka sivîl û mafên mirovan hatin girtin, ya jî karê wan ji destê wan hate girtin. Li ser vê mijarê, ji gelek saziyên civaka sivîl ên li welêt kar dikin, agahiyên taybet hatin girtin."

HILWEŞANDINA SÛRÊ DI RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE YE

Di raporê de bal hat kişandin ser komkujiya li Sûrê ya ji aliyê dewletê ve hate kirin û hat destnîşankirin, li dijî mirovên dixwazin li Sûrê li hemberî hilweşandinê dakevin qadan, qanûnên têkoşîna li dijî 'terorê' tên bikaranîn.

Di raporê de hat gotin, "Gelek îdîa tên û li gorî van îdîayan, ji sala 2015'an û vir ve bi taybetî li Sûrê, li gelek herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, avahiyên dîrokî, cih û warên hatine xerakirin." Di dewama raporê de hat ragihandin, bi veguherîna bajaran û projeyên cemawerîkirinê re li van herêmên navborî rewşa etnîkî, civakî, çandî û demografîk tê guhertin."

'DIVÊ BERPIRSYARIYÊN NAVNETEWEYÎ BI CIH WERIN ANÎN'

Di raporê de bang li hikumeta Tirk hate kirin ku mafê kombûnê û rêxistinbûnê biparêze û hat gotin, "Em tînin bîra rayedarên dewleta Tirk, ku divê mafên parezvanên mafên mirovan, siyasetvanan û kesên dixwazin ji bo çalakiyên aştiyane dengê xwe bilind bikin, bên parastin. Em bang li rayedaran dikin, ku li gorî berpirsyariyên navneteweyî tevbigerin."