Nûnerên saziyên Elewiyan, çûn Kurdistanê û têkildarî terora dewletê raporek amade kirin. Di civîna ku rapor hat aşkerakirin de bal hat kişandin ku dewlet sivîlan dike hedef. Di civînê de ji xwerêveberiyan re destek hat dayîn.
Heyeta ji Federasyona Elewî Bektaşî, Weqfa Çandê ya Anadolu ya Haci Bektaşî Welî, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Komeleya Elewiyan a Hûbyar Sûltan pêk hat, çavdêriyên xwe yên li Gimgim, Dêrsim, Cizîrê, Sûr û Kirşehîr bi awayekî rapor ji raya giştî re parve kir. Di civîna ku li Yekîtiya Mulkiyeyiyan pêk hat li gel rêveber û endamên Elewiyan, Parlamenterê Enqere yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder beşdar bû. Di civînê de wêneyên piştî êrîşan ên dema heyet çûbû wan navendan kişandibû bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin.
'ÇETEYÊN MÎNA DAIŞ JÎ CIH GIRTIN'
Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun ku li ser navê heyetê daxuyanî da got ku ne tenê hêzên dewletê çeteyên mîna DAIŞ’ê yên êrîşî Kobanê kirin jî di van êrîşan de rol lîstin. Duzgun bal kişand ser îşkenceya li hember cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk û got ku pêwîst e ‘rojava li hember van kiryaran helwesta xwe nîşan bide’. Duzgun da xuyakirin ku li herêmên êrîş dijwar bûn, gelê sivîl hedef dihat girtin û bicihkirina çekên giran re gelê sivîl bi rojan hatin gulebarankirin.
'HEDEFA WAN YEKSER ÎMHAKIRIN BÛ'
Duzgun got: “Êrîş ne ji bo ewlehiyê bûn, hedefa wan yekser îmhakirin bû. Em dizanin ku bi sultaya Tayyîp ve aştî nayê. Gel û yekîtiya gelan dikare aştiyê bînin.”
'DEMA EM ÇÛN CIZÎRÊ ME JI MIROVATIYA XWE ŞERM KIR'
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan jî diyar kir ku wek heyet çûn Cizîrê û çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Dema em çûn Cizîrê me ji mirovatiya xwe şerm kir. Depoyên avê yên guleyek jî lê neketibû, tinebû. Destpêkê av û elektrîk qut kiribûn, wiha jî pêşî li pêdiviyên gel girtibûn. Kesên li navçeyê hatin qetilkirin jî tevahiyê xwe sivîl bûn. Li Cizîrê, xanî bi taybet ji jêrzemîna xwe ve hatibû gulereşandin. Bi vî şiklî, xwestin dema êrîşa de welatiyên xwe li erdê dirêj bikin û xwe biparêzin jî bikujin.”
PIŞTGIRIYA XWERÊVEBERIYÊ
Hevseroka Komaleyên Elewiyên Demokratîk Hulya Yer jî bal kişand ser êrîşên li hember goristan û îbadetxaneyên Gimgimê. Yer, bi bîr xist ku nûnerên faşîzmê Hîtler û Mûssolînî jî êrîşî goristana nekirine û wiha berdewam kir: “Tenê DAIŞ’ê êrîş bir ser goristanan. Piştre jî versiyona DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê, AKP’ê êrîşî goristanan kir. Êrîşên li hember îbadetgehan, parçeyek ji zîhniyeta DAIŞ’ê ye.”
Yer, li hember êrîşan piştgiriya xwerêveberiya gel jî kir û wiha axivî: “Xwerêveberî, mafê herî xwezayî yê gelan e. Ji ber ku xwerêveberî çanda me û baweriya me ye, em nabin piştgiriyê wê tenê, em ê bi xwe rasterast di nav vê pêvajoyê de cih bigirin. Li hember Yezîdên roja me, em ê jî berxwedanan Huseyîn û Zeyneban nîşan bidin.”
'DIVÊ DENG JI ROJAVA DERKEVE'
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez jî hewldanên lînçkirinê, di encama lêpirsînên li Kirşehîrê ku mal û kargehên Kurdan hatibûn şewitandin, parve kir. Geçmez got: “Li hember vî şerî, divê Rojavayê Tirkiyeyê ji ber mijarak wijdanî ye, divê dengê xwe bilind bike.”
ONDER: EV ÇAVDÊRÎ PÊWÎST E DI MEDYAYA GIŞTÎ Û ALÎGIR DE CIH BIGIRE Û NEYÊ SANSURKIRIN
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder destnîşan kir ku xebata saziyan meşandine, ‘xebateke bi wate û xebatek jixwe divê bihata kirin” e, pêwîst e ev çavdêrî di medyaya giştî û alîgir de cih bigire û neyê sansurkirin.
Di civînê de banga tevlîbûna mîtînga aştiyê ya wê 10’ê Cotmehê li Qada Sihhiye ya Enqereyê bê lidarxistin jî hate kirin.