Nûnerên AABK û wekîlê Fransî serdana çalakgeran kirin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 58'an de ye. Parlamenterê Fransî Françoîs Pûpponî û nûnerên Elewiyan doh serdana berxwedêran kirin.

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Bulent Ant tevî endamên saziyê doh serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir.

Bulent Ant di dema serdanê de axivî û diyar kir, berxwedêran bi daxwazeke însanî dest bi çalakiyeke pîroz kirine. Ant got, "Zîhniyeta ku divê vê daxwaza çalakgeran bi cih bîne, ji rûmet, wijdan û edaletê bêpar e."

Bulent Ant bi dewamî got, "Ev têkoşîn têkoşîneke bi rûmet e. Lê em qebûl nakin ku tecrûbeyeke bi vî rengî, di demeke wiha de ku pêwîstiya gel gelekî pê heye, bedena xwe radestî vê bêînsafiyê bike."

Ant çalakiya berxwedêran silav kir û xwest, li her qadê çalakî bên lidarxistin.

Hevserokê KCDK-E'yê û çalakger Yuksel Koç jî diyar kir ku tecrîd ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd e, her wiha li dijî gelê Kurd, hemû hêzên demokrasî û azadîxwaz e. Koç got, bi tecrîdê re jiyaneke bê rûmet li gelê Kurd ferz dikin û destnîşan kir, ji bo jiyaneke bi rûme ew bi biryar in tecrîdê ji holê rakin.

PARLAMENTERÊ FRANSAYÊ SERDANA ÇALAKGERAN KIR

Di nava rojê de parlamenterê Fransî Françoîs Pûpponî jî serdana çalakgeran kir.

Pûpponî li ser rewşa tenduristiyê ya çalakgeran agahî girt û li daxwazên çalakgeran guhdarî kir.

Pûpponî di dema serdanê de diyar kir ku ew dostekî gelê Kurd e, wê daxwazên çalakgeran bixe rojeva Meclîsa Neteweyî ya Fransayê û ji bo çareseriya pirsgirêkê çi ji destê wî bê ew ê bike.