Abdurrahman Gok û Ismaîl Eskîn êrîşa hêzên PDK'ê yên bi ser şervanên YBŞ-YJŞ'ê de nirxandin ku Gok û Eskîn şahidên fermana 73'yan bûn û di heman demê de nûçegihanên xwedî tecrûbe ne gotin, armanca sereke ya Barzanî yê ku bi AKP'ê re li hev kirî ew e ku hêzên Roajva ku li herêmê hêzeke sereke ne bixin cenderê.
Rageşiya piştî ku hêzên PDK'ê 2'yê Adarê êrîş birin ser bajarokê Xanesor a Şengalê ku di jêr kontrola hêzên YBŞ-YJŞ'ê de ne, zêdetir dibe. Di êrîşê de ku şervanekî YBŞ'ê û ji hêzên PDK'ê jî gelek kesî jiyana xwe ji dest dayî, di nav de 4 nûçegihan jî gelek kes bi guleyên hêzên PDK'ê birîndar bûn. Helkefta PDK'yê ya ku di 2014'an, di qirkirina Êzîdiyan a bi destê DAIŞ'ê ku bêyî li pey xwe binerin reviyabûn û niha jî bi rengekî provakatîf dixwazin têkevin Şengalê nerazîbûnên tund bi xwe re anîn. Balkêş bû ku ev êrîş piştî ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî çû Enqerê û bi rayedarên AKP'ê re rûnişt pêk hat. Nûçegihan Abdurrahman Gok û Ismaîl Eskîn ku dema 2014'an, di kelekela Tebaxê de dema ku DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girtibû, ji korîdora ewlekariyê ya 40 kîlometretî şahidî ji rêwitiya mirinê re kirin, rewşa dawî nirxandin.
'DERDORÊN BI DAIŞÊ RE TÊKILDAR IN'
Abdurrahman Gok ku hê jî li Reqqa, Minbic, Mûsil, Şengalê li ser xetên eniyê nûçeyan dişopîne û li rajêna herêma dinere, êrîşa ku pêk hatî ji Pêşmergeyan wêdetir weke provakasyona hin komên çete dibîne ku bi hevkariya PDK û Tirkiyê deşîfre bûne û wiha dibêje: '' Metirsiya hin kesan ku ji duh ve dibêjin, ''bila birakujî çênebe'' ne metirsiyeke di cih de ye'' û bi berdewamî wiha bi nav de diçe: ''Ji ber ku rewşa berdest ne birakujî ye. Ên êrîşkar xwedî avaniyeke wiha ya ji Sinnî Ereb pêk tê, ku bi çeteyên DAIŞ'ê re êrîş anîbûn. Hin şexsên ku ji Rojava reviyan û bi DAIŞ'ê re têkildar di nav vê komê de ne û bi temamî provakasyoneke li gorî polîtîkayên Tirkiyê ye.''
''DEREWEKE NEHÎTE YE'
Gok li ser nirxandinên rayedarên PDK'ê yên têkildarî bûyerê disekine û wiha dibêje: '' Xwedê giravî ev hêz ''Pêşmergeyên Rojava' ne û ji bo ku derbasî Sûriyê bibin hatine Xanesorê. Ev dereweke nehîte ye. Ên ku bi wê cografyayê nizanin dibe ku ji vê derewê bawer bikin lê yên ku bi cografyayê dizanin, dizanin bê ka tiştekî çi qasî deraqil e ku werin Xanesorê û sînor derbas bikin. Bi temamî provakasyon e. Sinûnê jîgehek e di destê PDK'ê de ye. Xanesor jî jîgehek e ku di destê YBŞ'ê de ye. Navbera du bajaran bi wesayitê 8-10 deqe ne. Heta niha li gel ku di vê mesafeyê de ti arîşe çênebûye jî, heke îro provakasyoneke wiha hebe naxwe li vir provakasyoneke heye ku desthilatdarî dixwaze bike. Jixwe gelê Êzîdî yên li Şengalê bersiva vê bi zelalî dan.''
'DENGÊ GAVÊN PROVAKASYONÊ HATIN AVAKIRIN'
Gok li ser wê geşedanê sekinî ku piştî li Xanesorê şer dest pê kir pêşmergeyên Êzîdî yên di nav PDK'ê de û Pêşmergeyên Roajva çekên xwe danîn û got, ev tenê ne bersiveke ji bo PDK'ê ye lê heman demê bersivek ji bo planên Tirkiyê ye jî. Gok diyar kir ku dengê gavên provakasyonê ji mêj ve hatibû afirandin û gotina Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku digot,''Heke PKK ji Şengalê dernekeve ku hewce kir em ê hêzê jî bi kar bînin.''
'DIXWAZIN ROJAVA BIKIN CENDERÊ'
Gok bi berdewamî senaryoyên PDK-AKP'ê û serdena Mesûd Barzanî ya beriya bi mehekê bi bîr xist û got, ''Barzanî hê wê demê gotibû wê tiştên baş bibin. Hema roja dîtir Tirkiye bi navê Mertala Firatê kete Cerablûsê û operasyon da destpêkirin û bi hêzên çete ku dikarin li dijî destkeftiyên Kurd bibin gefeke mezin êrîş anî. Piştî serdena herî dawî jî hê li ser serdanê dihate axaftin û kitekit nehatibûn fêhmkirin Çavuşoglu got, ''Li dijî PKK'ê tekane hevalbendê me PDK' ye' û piştre got ''Wê li Şengalê geşedan çêbibin'' hê di ser vê gotinê re çend saet derbas nebûbûn ev helkeft dest pê kir û ev jî nîşan dide ku ev êrîş di nav çarçoweya vê konseptê de pêk hatiye.''
Nûçegihan Gok bi berdewamî got, erîşen bi vî rengî ku wê destê DAIŞ'ê xurt bike ji polîtîayên Tirkiyê-Barzanî ne bêrî ne û wiha domand: ''A rast dixwazin Rojava bikin cendereyekê. Lê hêzên Kurd bi serkeftinên xwe yên hetanî niha û bi polîtîkayên xwe nîşan dane ku ne wê werin vê provakasyonê û ne jî serê xwe ji van helkeftên wiha re bitewînin.''
'HEKE PÊŞÎ LÊ NEYÊ GIRTIN DESTKETIN WÊ BIKEVIN TALOKEYÊ'
Eskîn diyar kir ku di serdemeke wiha de ku têkoşîna azadiya Kurd li Rojava pir aktîf e, êrîşa bi ser Şengalê de provakasyonek e û got, wê şaş be ku ev êrîş weke 'birakujî' were binavkirin. Eskîn diyar kir ku hêzên ku êrîş bi ser Şengalê de naîne ew kes in ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, di nav çeteyên DAIŞ'ê de şer kirne û wiha got: ''Di çapemeniyê de derkete holê ku êrîşkar ji hêla dewleta Tirk ve hatine gihandin. Polîtîkayeke wiha gemarî heye. A herî girîng jî ew e ku gelê Şengalê û şervanên azadiya Şengalê li dijî vê helwest nîşan dan. Hin hêzên pêşmerge yên ku fêhm kirin ku di nav şerekî qirêj de ne xwe kişandin. Lê ku pêşiya vê neyê girtin destkeftiyên Rojava jî di nav de deskeftiyên Şengalê dikarin bikevin talokeyê û divê ev pêngav bi vî rengî were dîtin.''
'PDK ASTENGA HERÎ MEZIN E'
Nûçegihan Eskîn jî got ''Barzanî ku xwe dispêrê eşîrtiyê, dîn bi kar tîne û her ku tengezar dibe behsa serxwebûna Kurdistanê dike, tawîzê dide her cure hêzên derve. Xwedî karekterekî wiha ye ku tenê li berjewendiyên malbatî û eşîrî difikire. Ez behsa çar parçeyên Kurdistanê nakim. Barzanî dema ku tê Tirkiyê dikare behsa serxwebûna Kurdistanê ya ji bo çar parçeyan bike? Na, nikare. Dizane ku Tirkiye li dijî vê ye. Ji bo vê jî PDK maşika Tirkiyê ye. Tekane astenga li pêş yekîtiya netewî PDK ye.''