Nûçegihanê MA Mehmet Aslan hate girtin
Nûçegihanê MA Mehmet Aslan ê ji ber lêpirsînekê hatibû destgîrkirin hate girtin.
Nûçegihanê MA Mehmet Aslan ê ji ber lêpirsînekê hatibû destgîrkirin hate girtin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmet Aslan ê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de polîsan 5'ê Sibatê avêtibû ser mala wî ya li Stenbolê û ew destgîr kiribû, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin.
Aslan ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê tê tawanbarkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê bi heman îdîayê Aslan girt.