Nûçegihanê DÎHA’yê Deniz Tekîn hat girtin
Nûçegihanê DÎHA’yê Deniz Tekîn hat girtin
Nûçegihanê DÎHA’yê Deniz Tekîn hat girtin
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) yê Îzmirê Deniz Tekîn, ji aliyê heyeta Dadgeha nobedar ve hat girtin û şandin Girtîgeha vekirî ya Bûcayê.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) yê Îzmirê Deniz Tekîn dema ji bo nûçeyê diçû navçeya Bayrakli ya Îzmirê hat binçavkirin. Tekîn piştî hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan ya Bayrakli. Polîsan bi hinceta di derbarê Tekîn de dozek berê heye sewqî Edliyeya Bayrakli ya Îzmirê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Tekîn guhdar kir di derbarê Tekîn de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Vekirî ya Bûcayê.
Nûçegihanê DÎHA’yê Denîz di Gulana sala 2006'an de dema li Zanîngeha Anadolu ya Ezkîşehîrê beşa Çapemeniyê dixwend bi hinceta tevlî şerê ulkucuyan bûye di derbarê wî de doz hatibû vekirin. Doz li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Eskîşehîrê hatibû vekirin. Pişti heyetê di derbarê Deniz Tekîn de biryara 2 sal û 3 meh ceza da û biryar li Dadgeha Bilind hat erêkirin îro Tekîn hat binçavkirin û girtin.