Nûçegihan Rizgar Adanmiş ê li Dêra Zorê birîndar bû, şehîd ket

Nûçegihanê ANHA'yê û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş, ku 12'ê Cotmeha 2017'an di dema şopandina pêngava rizgarkirinê de ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê birîndar bû, 18'ê Kanûnê şehîd bû.

Çeteyên DAIŞ’ê ku di 12'ê Cotmeha 2017’an de li herêma Dêra Zorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîbû. Nûçegîhanê ANHA'yê û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş li cihê bûyerê bû û hewldanên ji bo rizgarkirina sivîlan dişopand.

Di vê êrîşa bombeyî de nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbiş gihişte şahdetê, nûçegîhan Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş tevî gelek welatiyên sivîl birîndar bûbûn.

Hogir Mihemed piştî sê rojan ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû. Rizgar Denîz jî li nexweşxaneyê dima û dihate dermankirin.

Rizgar Denîz li hemberî birînên xwe li ber xwe da, lê di 18'ê Kanûna 2017'an de li gel hemû hewldanên doktoran jî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû gihişte şehadetê.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) peyamek weşand û ji malbata hevalê xwe Rizgar Adanimş re sersaxiyê xwest.

Di peymana ANHA'yê de hat gotin, "Şopandina heqîqetê ya Rizgar, Dilîşan û Hogiran rêya me ye û wekî xebatkarên çapemeniya azad em yek bi yek sond dixwin ku bêyî bikevin dudiliyê em ê li ser rêya wan bin, em ê rastiyan ji nava taritiyê derxînin û ronî bikin û ev têkoşîn wê heya dawiyê rêya me ya jiyanê be."