Nûçegihan Kaya hate girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê ku bi biryarnameyê hatibû girtin Abdullah Kaya hate girtin.
Nûçegihanê DÎHA'yê ku bi biryarnameyê hatibû girtin Abdullah Kaya hate girtin.
Piştî ku cezayê li nûçegihan Abdullah Kaya hatibû birîn hate erêkirin, ew şandin girtîgehê.
Nûçegihanê DÎHA'yê Abdullah Kaya 18'ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û di 11'ê Gulanê de serbest hatibû berdan.
Abdullah Kaya piştî cezayê der barê wî de hate erêkirin îro hat binçavkirin û girtin. Piştî 4 sal û 2 meh cezayê lê hatibû birîn hate erêkirin Kaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê ku lê dihat dermankirin binçav kirin û girtin. Kaya, piştî ji Giyadînê birin Navenda Agiriyê nehat zanîn ku birin kijan girtigehê.