Nota kredî ya Tirkiyeyê wê kêm bibe
Piştî hewldana darbeyê ya êvara 15'ê Tîrmehê, saziyên dereceyên krediyê destnîşan dikin ên navneteweyî, li dû hev daxuyaniyan didin.
Piştî hewldana darbeyê ya êvara 15'ê Tîrmehê, saziyên dereceyên krediyê destnîşan dikin ên navneteweyî, li dû hev daxuyaniyan didin.
Piştî daxuyaniya duh a Standard & Poor’s, saziya bi navê Fitch û Moody's jî daxuyaniyek bi heman rengî da.
Moordy's ragihand, nota kredî ya Tirkiykeyê ku Baa3 ye, wê li gorî bandorên piştî hewldana darebeyê ji nû ve were nirxandin. Çav li rê ye nota kredî ya Tirkiyeyê bê kêmkirin.
Li gorî daxuyaniyê, mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ku du nava du salên dawî de ji sedî 3,5 bû, wê bikeve bin bandora 'hewldan'a darbeyê û pirsgirêkên din ên li nava welêt.
Duh daxuyaniyeke din ji Fitchê hatibû û hatibû destnîşankirin, ku wê 'bersiva hikûmeta Tirk' a li hewldana darbeyê û bandora vê yekê werin nirxandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, girtina bi hezaran dadger û dozeran a piştî hewldana darbeyê, wê bandora xwe li ser rewşa sazîbûyînê bike.