Nobetên li dijî desteserkirinê dewam dikin: Em hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran çalakî hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu li Amedê axivî û got: “Em ji kesên vîna me nas nakin re diêjin em jî hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin.”

Çalakiyên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêgê hatin destpêkirin, îro jî dewam kirin.

EDENE

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li parka zarokan a li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê çalakiya nobetê domandin. Girseya ku dowîzên “Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hilgirtin, gelek caran dirûşmeyên “Qeyûm wê hesabê bide gel”, “Her der Colemêrg, her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berzkirin.

Girse beriya çalakiyê serdana esnafan kirin. Di çalakiya nobetê de ku bi stranan dewam kir, Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi êrîşekî çekdarî hat qetilkirin, hat bibîranîn.

SÊRT

Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Sêrtê di roja 15’an de dewam kir. Hevşaredarên Sêrtê Sofya û Mehmet Kaysi jî di nav de gelek endamên partiyê tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya nobetê ya li şaredariyên serdanê yên Misirc û Hawêlê hatibû destpêkirin, bi çepik û dirûşmeyan dewam kir.

AMED

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi şîara “Bajarê min nasnameya min e, xwedî li nasnameya xwe derdikevin” li Parka Tema civîna gel û konser lidarxist. Gelek kes tevlî hevdîtinê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Şaredarî ya me ye, Colemêrg ya me ye” hat berzkirin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Şirîn Gurbuz destnîşan kir ku Kurd biryara qeyûmê qebûl nakin û got: “Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin.”

Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar jî wiha got: “Rastiya desthilatdariyeke ku bi dosyayan mesajê didin me heye. Em ji vê hikûmetê re dibêjin êdî bes e. Kurd wê êdî destûrê nede zilma we.”

Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî axivî û got: “Em ji kesên vîna me nas nakin re dibêjin, em hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin. Pergala qeyûmê di vê pêvajoyê de dixwaze dîsa zindî bibe. Qeyûm darbeya li ser demokrasiya welat e. Li cihekî ku qeyûm berdewam bikin, li vî welatî qala demokrasiyê nayê kirin. Qeyûm hêviya aştiyê ya vî welatî tune dike. İsrara di desthilatdariya qeyûmê de isara di polîtîkayên şer de ye.”

Piştî axaftinan li ber stranên hunermend Kasim Taşdogan govend hat gerandin û çalakî bi dawî bû.