Nobeta li dijî desteserkirin: Têkoşîna me dê bi serkeftinê bi encam bibe

Di nobeta li dijî desteserkirinê de li Stenbolê ku berdewam dike de hat gotin ku wê têkoşîna wan bi serkeftinê bi encam bibe.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 36'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobetê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.

Nûnerê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaşi ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Şîşxane veguheriye qada berxwedanê û ew ê xwedî li vîna gelê Kurd derkevin û têkoşîna xwe ya yegirtî bidomînin.

Endama Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Nehîr Sevîm jî axivî û got ku têkoşîna wan dê bi serkeftinê bi encam bibe.

Berdevka Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP) Îpek Bozkurt jî destnîşan kir ku ew li her qadê bi êrîşên AKP-MHP'ê re rû bi rû dimînin û ew neçarin ku bi ruh û têkoşîna yekgirtî dikarin pêşî li van êrişan bigirin û ew neçarin têkoşîna yekgirtî bidomînin û wekî din tu şansek wan din nîne.