Nobeta Gergerlîoglû li Kocaeliyê hate dewrstendin

Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê Nobeta Edaletê dewr stend. Ev nobet ji aliyê parlementer Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû destpêkirin û piştre parlementeriya Gergerlîoglû hatibû desteserkirin û ew jî hatibû girtin.

Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê Nobeta Edaletê ya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû dewr stend. Gergerlîoglû yê ku parlementeriya hatibû desteserkirin li meclîsê nobet dabû destpêkirin û piştre li Navenda Giştî ya partiya xwe nobet didomand. Rêxistina HDP’ê ya Kocaleliyê di roja 34’an de nobet dewr stend. Wê nobet her roj li rêxistina bajêr a HDP’ê bidome. Ji ber koronavîrusê bi tenê wê 3 kes tevlî nobetê bibin û hate diyarkirin di rojên pêş de wê gelek saziyên civakî yên sivîl tevlî nobetê bibin.

Rêvebera HDP’a Kocaleiyê Selda Îlgoz derbarê nobetê got “Bi qasî nan û navê em edaletê dixwazin. Em diyar dikin ku em vê pergala hiqûqê ya tarî qebûl nakin. Em hemwelatiyên vî welatî ne û dixwazin pergaleke hiqûqê hebe. Ji bo ku dengê me neyê dizîn em li ser kîsên dengan rûdinişt. Li ser sindoqan em têk neçûn lê bi awayekî bêhiqûq qeyyûm li ser îradeya me wezîfedar kirin.”

Îlgoz ji bo domandina nobetê bang li gelê Kocaeliyê û saziyên civakî yên sivîl kir.