Nobeta Edaletê ya li Wanê 32 roj li pey xwe hişt

Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Wanê birêve dibin didome.

Di Nobeta Edaletê ya 32 roj in li Wanê tê domandin de hat diyarkirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û tevahiya civakê hatiye ferzkirin, divê bi awayekî hevpar têkoşîn were meşandin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 32’yemîn de berdewam dike. Îro rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Payîzava serdana nobetê kirin.

Hevserokê HDP’a Payîzava Fesîh Sonmez ê di serdanê de axivî, diyar kir ku çalakiya malbatan wijdanî ye û wiha got: “Têkoşîna malbatan têkoşîna me ye. Em zextên li ser girtiyan qebûl nakin. Em dibînin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li ser hemû civakê tê pêkanîn. Divê li dijî vê tecrîdê bi awayekî hevpar têkoşîn were meşandin.”

Malbatan jî ji ber ew tenê nehiştin spasiyên xwe pêşkeşî rêveberên HDP’a Payîzavayê kirin û destnîşan kirin ku heta ji têkoşîna xwe encam negirin destan jê bernadin.