Nobeta Edaletê ya li Amedê: Ger deng bê dayin wê zilm biqede!

Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Amedê didomînin de ji bo serbest berdana girtiyên nexweş careke din bang hat kirin û peyama “Ger deng bê dayin wê zilm biqede” hate dayin.

Çalakiya "Nobeta Edaletê' ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan qediyaye li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 49'emîn de berdewam dike.

Xwişka Mesût Sevîktek ê di 23'ê Kanûna 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû Guler Sevîktek û hin welatî îro serdana malbatan kirin.

Di serdanê de xizma girtiyê nexweş Fevziye Kolakan diyar kir ku gelek dayikên hatin Nobetê hem nexweş û hem jî pîr bûn, lê tevî vê yekê jî çalakiya ji bo zarokên xwe berdewam kirin û wiha got: “Weke kesên li vir, zarok û xizmên me hemûyan jî nexweşên giran in. Her çend zarokên me rakin nexweşxaneyê jî nayên dermankirin û bi ser vê de jî êşkenceya karantînayê ya 14 rojan li wan tê kirin. Mijareke din jî şewitandina înfazan e. Sedem jî ew e ku nabêjin 'biborin'. Ew bi salan li wir in û negotin em 'poşman in' wê îro bêjin em 'poşman in'. Çawa ku zarokên me paş ve gav neavêtin em ê jî doza wan bidomînin û gavê paşde neavêjin."

Xwişka Mesût Sevîktek ê di 23'ê Kanûna 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Guler Sevîktek jî piştgirî da çalakiya nobetê ya malbatan. Guler, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin malbatan hatine û got, “Edalet ji bo me hemûyan pêwîst e. Tu girtiyên min nînin lê ji ber ku wijdana min qebûl nake ez li vir im. Malbat ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin wê biçin Enqereyê. Divê her kes piştgiriya malbatan bike. Ne tenê dayikên li vir, Emîne Şenyaşar jî tevî berf, baran û heriyê 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Herî zêde ev dayik edaletê heq dikin. Em hemû di bin zilmê de ne. Ger deng bê dayin wê zilm biqede."

Meryem Tûran a ji bo piştgiriyê bide çalakiyê hat jî wiha got: “Divê dewlet ji bo girtiyên nexweş gavan biavêje. Ger ku ew derman nakin bila bihêlin em ê li malê derman bikin. Girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin divê di zûtirîn demê de bên berdan. Çima di girtîgehê de tên girtin? Ev zilm ne tenê li girtiyan û malbatên wan tê kirin, li Emîne Şenyaşar a bi mehan e li ber Edliyeya Rihayê 'Nobeta Edaletê' digire jî tê kirin. Ez Nobeta dayika Emîne û malbatên girtiyan bi rêzdarî silav dikim.”