Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Êdî sebra me nema

Li Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de xizmên girtiyan diyar kirin divê girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane divê werin berdan.

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan, dabûn destpêkirin di roja 131'ê de li ber Edliyeya Îzmrîê îro jî dewam kir. Xizmên girtiyan ku berdilkên bi nivîsên "Girtiyan serbest berdin" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin, dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî " berz kriin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Alîagayê piştgirî da çalakiyê.

Ji xizma girtiyan Hanim Sever, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got, " Em edaletê dixwazin, cenazeyên ji girtîgehan tên derxisitn naxwazin. Êdî sebra me nema. Em jî li vir dijîn, zimanê me zimanê dê û bavên me ye. Çima ji zimanê me hez nakin? Her kes xwedî zimanê dayikê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî, aştî tune ye. Kî dibêje aştî jê re dibêjin terorîst. Lê yên ku ji me re dibêjin ew in terorîst. Zarokên me tiştek nekirine, ji bo fikir û zimanê xwe di hundir de ne. Dilê me ji bo her kesî dişewite. Êdî bes e, bombeyan diavêjin ser me, gaza jehrê diavêjin. Em dixwazin tecrîda li hemû girtîgehan û li Îmraliyê bê bidawîkirin.”

Ji xizma girtiyan Medîne Kaymaz jî bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobabê û got, "Berxwedan bi ser ket lê şer dewam dike. Em dipirsin çima rojnamegerên me girtî ne? Çima hûn zarokên me yên ku dîmenê me dikişînin digirin?  Em van sûcan nebêjin? Êdî bes e. Zilma we heta ku derê wê bidome? We êşkence kir, qetil kir, êdî bes e! Em dayik in. Wijdanê dewletê tune ye. Ger ku ev zilm dewam bike wê çawa aştî pêk bê? Em zarokên xwe jî û welatê xwe jî naterikênin. Heta ku zilma li girtîgehan bidome wê têkoşîna me jî bidome."